Daxuyaniya ji bo Roboskiyê ya DBP, Partiya Azadî û Baroya Amedê

DBP, Partiya Azadî û Baroya Amedê di salvegera 9’emîn a Qetlîama Roboskiyê de cangoriyên qetlîamê bi bîr anî û xwestin ceza li berpirsyaran were birîn.

Balefirên şer ên dewleta Tirk li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê di sala 2011’an de 17 jê zarok bombe li ser 34 kesan barandibû. Di salvegera 9’emîn a Qetlîama Roboskiyê de DBP, Partiya Azadî û Baroya Amedê daxuyaniyên nivîskî weşandin.

DBP: DIVÊ CEZA LI BERPIRSYARAN WERE BIRÎN

DBP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qetlîama Şêx Seîd, Qoçgirî û Dêrsim û kuştinên di salên 1990’î de yên li dijî Kurdan polîtîkaya fermî ya dewletê ye got, “Bi polîtîkaya cezanekirinê ev qetlîam zêde dibin. 9 sal berê jî 34 ciwanên Kurd bi balefiran hatin qetilkirin û doza wê hate girtin. Di serî de qetlîama Roboskiyê divê hesabê qetlîamên li ser gelan were pirsîn û ceza li berpirsyaran were birîn.”

PARTIYA AZADÎ: EM Ê QETLÎAMA ROBOSKIYÊ JI BÎR NEKIN

Partiya Azadî jî diyar kir ku Qetlîama Roboskiyê ne qetlîameke ji rêzê ye û got, “Em ê Roboskiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Di salvegera 9’emîn de em şehîdên Roboskiyê bi hurmet bi bîr tînin.”

BAROYA AMEDÊ: BILA DOSYE DÎSA WERE VEKIRIN

Baroya Amedê jî diyar kir ku di Qetlîama Roboskiyê de tu peywirdarên dewletê nehatine darizandin û got, “Kujer ji aliyê burokrasiyê tên parastin û ji ber vê jî nayê xwestin ku rastî derkeve holê. Em dixwazin ku dosyeya lêpirsînê ya vê qetlîamê ji nû ve were vekirin, kujer û berpirsyar werin darizandin û dev ji polîtîkaya cezanebirînê were berdan.”