Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di ser kuştina 34 mirovan li Roboskî 5 sal derbas bûn û hat gotin, "Di nava pênc salan de di serî de malbatên Roboskiyî, hemû mirovên bi wijdan û saziyên demokratîk xwestin berpirsyar werin darziandin. Ne tenê partiya me, civaka sivîl, saziyên mafên mirovan, hiqûqnas û baro jî ev pêvajoya hiqûqî şopandin. Berpirsyarên siyasî û leşkerî nehatin darizandin, lê belê mafê destnedanê yê wekîlê me yê Şirnexê Ferhat Encu ku ji malbata wî gelek kes di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hate rakirin û ji 4'ê Mijdarê ve girtî ye. Rêveberê Komeleya Roboskî Velî Encu jî hê binçavkirî ye. Di nava pênc salan de gelek caran leşker û hêzên taybet avêtin ser gundê Roboskî û zext li gundiyan kirin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan, ji ber vê operasyonê spasiya Serokê Fermandariya Giştî kir û Komîsyona li Meclîsê hate avakirin jî, ji ber piraniya hejmara AKP'yiyan, raporên ji bo nixumandina komkujiyê amade kir.
Hat destnîşankirin, ku Komkujiya Roboskî yek ji encamên polîtîkaya şerê taybet ên li dijî gelê Kurd e û hat gotin, "Yên ku wê rojê bi balafirên şer komkujî kirin, di nava sal û nîvekê de, bi tank û hawanan Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr, Gever, Şirnexê xera kirin, şewitandin. Nepêkane ku sûcên li dijî mirovahiyê tine bên hesibandin û bê nixumandin. Di ser komkujiya Roboskî re çiqas wext derbas bibe jî, heta ku kiryarên vê komkujiyê neyên darizandin û cezakirin, wê aştî û aramiya civakî pêk neyê."
HDP'ê da xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin Komkujiya Roboskî û komkujiyên li bajarên din bên jibîrkirin û diyar kir, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û aştiye wê ji bo hesabpirsînê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."
LI HATAY Û EDENEYÊ BÎRANÎN
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Skenderûn a Hatayê jî civîneke çapemeniyê lidar xist, ku qurbanî bibîr anî. Bi heman armancê rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî daxuyaniyek da çapemeniyê û hat xwestin, berpirsyar bên cezakirin.