'Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin'
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêzê û Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê xwestin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û bang li hikûmetê kir ku li gorî hiqûqa demokratîk a aştiya demokratîk wê pê ava bibe, tevbigere.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêzê û Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê xwestin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û bang li hikûmetê kir ku li gorî hiqûqa demokratîk a aştiya demokratîk wê pê ava bibe, tevbigere.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêzê û Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê xwestin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û bang li hikûmetê kir ku li gorî hiqûqa demokratîk a aştiya demokratîk wê pê ava bibe, tevbigere.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêzê û Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê der barê qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve di meriyetê de ye, daxuyaniyek dan.
Komeleyên Hiqûqnasan diyar kirin ku dema mijar Kurd û Îmrali be Hikûmeta û Wezareta Edaletê sînoran nas nakin û gotin, "Lê belê ji daxuyaniyên dawî yên Serokkomar tê fêmkirin ku bê hiqûqiya li hemberî Îmraliyê ku bi tecrîdeke giran tê meşandin, Wezareta Edaletê bi tena serê xwe nikare binixumîne. Serokwezîr bi xwe ketiye dewrê û hewl dide bê hiqûqiyê weke pêkanîneke rûtîn nîşan bide. Tecrîda giran a li Îmraliyê û bêhiqûqiya rejîma Îmraliyê ji aliyê desthilatdariyê bi xwe ve weke pêkanîneke ji rêzê hatiye nîşandan."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer her hefte daxwaza serlêdanê dikin lê belê destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku Ocalan bibînin û hat destnîşankirin ev rewş li dijî qanûn, destûra bingehîn û peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Parêzeran bibîr xistin ku ev 45 roj in destûr ji Heyeta Îmraliyê re nayê dayîn ku biçe Girava Îmraliyê û gotin, "Ev xet nÎşan dide ku sîstema cezakirina bi tecrîdê re ku bûye tebîeteke ji rêzê ya dewletê, careke din ketiye meriyetê."
Parêzeran destnîşan kirin ku binpêkirina hiqûqê bi vê tecrîdê re, di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî demê dide windakirin.
Parêzeran daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya digot, "Eger wê der barê bêçekbûyînê de gav neyê avêtin, hingî pêwîstî bi çûyînê nîne" bibîr xistin û gotin, "Di nava şert û mercên qutkirina ji jiyana civakî ya derve de ragirtina mehpûsekî li girtîgehê, îşkence ye û pêkanînek li hemberî mirovahiyê ye. Qedexekirina hevdîtina girtiyekî bi parêzerên xwe re, binpêkirina mafê darizandina adîl, binpêkirina mafê parastinê ye. Li gorî kêfa dilê xwe astengkirina bi mehan, bi salan a hevdîtina mehpûsekî bi malbata xwe re, binpêkirina mafê têkiliya bi malbata xwe re ye. Û ev maf hemû bi qanûn, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî re hatine ewlekirin. Û ti ji van mafên bingehîn nikare bibe mijara bazariyeke taktîkî, bendewarî yan jî hesabeke siyasî. Em bang li Serokwezîr û hikûmetê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya tecrîdê ya li Îmraliyê bînin." Parêzeran gotin, "Ne hiqûqeke ku her gava ji Kurdan hêrs bûyî binpê bike, li gorî hiqûqeke demokratîk a aştiya demokratîk ava dike û ewle dike, tevbigere."