Darbekar û AKP/Qesr li Berlînê hatin şermezarkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê bi dirûşma "Ne darbeya leşkerî, ne dîktatoriya AKP'ê" meşek hat lidarxistin.
ANF
BERLÎN
şemî, 23 tîrmehê 2016, 12:05
Meş ji aliyê HDK Berlîn Brandenbûrgê ve hat organîzekirin û endamên NAV-DEM, PYD, Ciwanên Rojava, Civata Dersîmê, Tevgera Hezîranê DÎDF, Partiya Çep a Elman, Pîraten û komên antî faşîst beşdar bûn.
Meşê li Hermannplatzê destpê kir û li rêgeha Neûkooln-Kreûtzbergê dewam kir.
Bi qasî 2 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên "Erdogan wê hesab bide gel", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî piştevaniya enternasyonalîst", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.
Meşê heta Oranîenplatzê dewam kir û piştre li ser navê Komîteya Amadekar Erkîn Erdogan axivî. Erkîn Erdogan diyar kir, yên hewl dan darbeyê bikin, li Kurdistanê bi AKP/Qesrê re komkujî kirin.
Di çalakiyê de der barê rewşa dewleta Tirk de dewletên Ewropayê jî hatin hişyarkirin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.
Di dawiya çalakiyê de êrîşa çekdarî ya li Munchenê hat şermezarkirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.