Danûstandinên herî dawî, ku ti encam ji wan jî derneket, roja Înê qediyan. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra der barê van danûstandinan de axivî û diyar kir, wî ji rejîma Sûriyeyê û 'komên mûxalîf' re ragihandiye, ku wê danûstandinên nû di 23'ê Adarê de dest pê bikin.
De Mîstûra, li ser danûstandinên roja Înê qediyan, agahî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Li Sûriyeyê, ji ber şerê navxweyî, tê texmînkirin ku ji sala 2011'an û vir ve herî kêm 310 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Bi mîlyonan mirov jî ji ber şer neçar man welatên xwe biterikînin yan jî li nava welêt koçî herêmên din bikin.