"Danûstandinên bi Ocalan re bandorek erênî li Rojava dike"
"Danûstandinên bi Ocalan re bandorek erênî li Rojava dike"
"Danûstandinên bi Ocalan re bandorek erênî li Rojava dike"
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin, ku danûstandinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Abdullah Ocalan re tên kirin, wê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê bike. Muslim destnîşan kir, ku çareseriya pirgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji bo tevgahiya Kurdan gelekî girîng e.
Hevserokê PYD'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Îngilîstanê de, ji BBC re axivî.
Hevserokê PYD'ê da xuyakirin, ku danûstandinên navbera PKK'ê û dewleta Tirkiyê ji niha ve bandoreke erênî li ser wan kiriye û li Ewrûpa û Sûriyê helwesta li hemberî wan ji niha ve hatiye guhertin.
Muslim destnîşan kir, ku Ocalan ne bi tenê lîderê PKK'ê ye di heman demê de lîderekî Kurd û got, "Ji ber ku ne li derve ye hinekî dûrî Rojavayê Kurdistanê ye. Lê dikare hertim der heqê Rojava de pêşniyara bike. Em nikarin gotinên wî, pêşniyarên wî ji nedîtî ve bên."
Hevserokê PYD'ê ragihand, ku ew di rewşa heyî de hewl didin pêşî li belavbûna şer a li Rojavayê Kurdistanê bigirin.
Muslim anî ziman, ku çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê, ne tenê ji bo Tİrkiyê di heman demê de ji bo tevahiya Kurdan gelekî girîng e.
Muslim bibîr xist, ku Tirkiye heta nija ji Kurdên li Rojavayê Kurdistanê re bû asteng û got, "Eger Enqere pirsgirêka xwe çareser bike, ev bandora wê ya li ser Kurdên li welatên din jî, wê ji holê rabe."
Muslim diyar kir, ku di vê çarçoveyê de dibe ku têkiliya wan a bi mûxalefeta Ereb a heta niha êrişî wan dikir, baştir bibe û ev helwesta wan a êrişkar biguhere.
Muslim rewşa heyî ya mûxalafeta li Sûriyê jî nirxand û got, "Şoreş, îro ji cewhera xwe dûr ket û veguherî şerê deshilatdariyê. Me li hin cihan bi komên herêmî yên ser bi Artêşa Azad re li hev kirin çê kirin, lê di warê giştî de tifaqeke me bi wan re nîne. Ti hevkariyek me bi komên Selefî re tineye, çê nabe jî."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, gotûbêjên li ser destwerdana derve jî şîrove kir û ev xal destnîşan kirin; "Em li dij in ku ji derve ve dest li Sûriyê bê werdan. Û di destwerdaneke gengaz de emê herêmên Kurdan biparêzin. Emê destûr nedin ku herêmên Kurdan ji bo destwerdana derve weke herêma tampon bê bikaranîn."
Muslim êrişa Îsraelê ya li dijî Şamê jî şermezar kir û ji ber rê li ber êrişên bi vî rengî yên li dijî Sûriyê vekiriye, ew rejîma Esed sûcdar dikin.