Danezana ÎHD'ê: Bila herêmên xweser bên avakirin

Danezana ÎHD'ê: Bila herêmên xweser bên avakirin

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê xwest, ji bo destûra bingehîn a nû pergala wesayetê ya heyî ji holê were rakirin. ÎHD'ê destnîşan kir, ku divê Tirkiye êdî ji navendekê neyê bi rêvebirin û herêmên xweser bên avakirin.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 27-28'ê Nîsanê de bi navê "Di pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd a Demokratîk de Di nasîna mafên gelan de rola Tevgerên Mafên Mirovan" komxebat pêk anî. Piştî komxebata ku li Navçeya Kizilcahamamê pek anî, danezanek amade kir. ÎHD'ê di danezanê de xwest mafê hemû gelan li gorî pîvanên gerdûnî yên mafên mirovan bên naskirin û qebûlkirin. ÎHD'ê di rapora danezanê de di bin navê "Çareseriyên makeqanûn, zagon û çareseriyên rêveberiyên heremî" amade kir. ÎHD'ê di rapora koma "Lêgerîna edaletê û xebamtên heqîqetê", "Çareseriya pevçûnê û rala Saziyên sivîl ên civakî" û "Amûrên avakirina çanda Aştiyê û aştiya civakî" amadekirin. 

"DI SERÎ DE WELATÎ DÛRE DEWLET"

ÎHD'ê di danezanê de xwest destûra bingehîn mafên kesan û civakê esas bigire û piştî parastina mafên kesan û civakê mafê dewletê biparêze. ÎHD'ê di vê beşê de cih da "Rûmeta mirovan", "Komara Demokratîk", "Zimanê fermî", "Pir zimanî û pir çandî", "Cudakariyên hêzan" "Qedexeyên cudakariyê û wekheviya hiqûqê" û "Peyvira dewleta civakî". 

FERMÎBÛNA ZIMANÊ HINDEKAHIYAN

ÎHD'ê di dumahiya danezanê de li ser mafê zimanê hindekahiyan jî rawestiya û xwest mafê hindekahiyan ên zikmakî wekî zimanê fermî bê qebûl kirin û wiha cih da danezanê: "Divê piştî zimanê tirkî zimanên din jî li herêman wekî zimanê fermî bê parastin û ji aliyê dewletê ve mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin û pêşxistin. Divê di qada ziman, çand, bawerî, zayendî, nijadî, reng, jin, zarok, ciwan, perwerdehî, tenduristî û aborî de cudakarî neyê kirin. " 

CEZAYÊ MUEBETA GIRAN

Di berdewama danezanê de cezayê muebetê jî hat destgirtin û wiha hat gotin: "Divê cezayê muebetê bê rakirin. Ji ber ku ev ceza heta mirinê ye. Ji ber ku heta mirinê tê cezakirin mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin. Divê mafê jiyanê bê parastin. Divê polîs û leşker jî êdî wekî berê çekan bikar nînin û mafê çekbikaranînê jî bê bi sînorkirin. Pêwist be çek bên qedexekirin."

BENDA HILBIJARTINÊ 

Divê mafê hilbijartin û bijiartîna siyasî û tevlêbûna jiyanasi siyasî bê parastin û hemû astengî bên rakirin. Divê bendava hilbijartinê bê rakirin. Divê peyvirdarê cemaweriyê jî karibin mafê xwe yê siyasetê bikar bînin. 

MODÊLA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN XWESER

Di dirêjahiya danezanê de xala rêveberiyên herêmî jî hat destgirtin û hat xwestin ku êdî rêveberiyên navendî bên lawazkirin û li şûna wê rêveberyên herêmî bên xurtkirin û herêmên xweserk bên avakirin û wiha hat gotin: "Divê modela modernîteya demokratîk esas bê girtin. Divê Gele kurd jî weki gelekî din statuya xwe azad nas bike û li statuya xwe xwedî derkeve û biparêze. Divê pergala vesayetê bi dawî bibe û li şûna wê herêmên xweserk bên avakirin. Divê perala walî û qaymaqaman bi dawî bibe." 

KOMÎSYONA HEQÎQET Û EDALETÊ

ÎHD'ê di berdewama danezanê de xwesti ku komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin û rastiyan ronî bike û hesap bipirse. Hat xwestin ku hesap ji rêxistinên nava dewletê yên wekî Kontrgerilla-JİTEM-Ergenekonê bipirse û lêborînê ji komkujiya Ermenîyan, Dêrsim û elewiyan bixawze û wekî komkujî qebûl bike. 

MAFÊ AZADIYA RAMANÊ

Di danezanê de ji bo parastina mafê ramanê û azadiya ramanê de ev xal hatin rêzkirin: "Divê astengiyên li pêş darizandina adîlane bên rakirin. Divê mafê azadiye bê qebûlkirin û destûr neyê dayîn kes berî bên cezakirin bên girtin. Divê cezayê înfazê ne li gorî nasname û reng li gorî mafên mirovan bên destgirtin. Divê cûsê siyasî û edlî bi dawî bibe. Divê girtiyên nexweş tev bên berdan. Divê pergala tecrîdê bi tevahî bi dawî bibe. Divê xalên TCK'ê yên 85, 132, 216, 218, 285, 286, 288, 289, 305, 217, 301, 220/6-7-8, 222, 226, 314/3 ve 318. ku azadiya raman û îfadeyê asteng dikin tev bên guhertin. Divê xala CMK'ê ya parastina jiyana taybet û guhdarî, şopandina kesan bê guhertin. 

Di danezanê de li ser gotina "Çi kêfxweşe kesên bêjin ez tirk im' ku li her derê hatiye nivîsandin jî hat rawestandin û hat xwestin li şûna vê gotina ku mirovan tahrîk dike gotina 'Çi kêfxweş e kesên bêje ez mirovam' bê nivîsandin. 

Di danezanê de pêkanînên girtîgehan ên Tîpên F jî hat rexnekirin. Dîsa li ser pêvajoya paşvekişandina endamên PKK'ê jî hat xwestin ku tîmên taybet, polîs, leşker û yekîneyên taybet ên li herêmê hatine peyvirdakirin jî ji herêmê paşve bikişin û bi tevahî dawî li amadekariyên operasyonan bên kirin. Hat xwestin ku êdî meclis biryara dirêjkirina teskereyê nede û dawî li kontrola nasnameyan a li herêmê bê. Hat xwestin ku herêmên qedexe bi dawî bibin û her der serbest be û ewlehiya li herêmê bi dawî bibe.

LÊBORÎNXWESTINA DEWLETÊ
Di dawiya danezanê de hat xwestin ku Tirkiye hesabê paşeroja xwe bide û lêborînê ji welatiyên xwe bixaze û hesapê komkujiyan bide.