Damezrînerê ajansa propaganda DAIŞ'ê hate kuştin

Li Sûriyeyê, di êrîşeke balafirên şer de, ku hêzên koalîsyonê yê bi pêşengiya DYA kirin, yek ji damezrînerên ajansa propagandayê ya DAIŞ'ê hate kuştin.

Êrîşa bi balafirên şer, roja Duşemê li bajarê El Mayadîn ê li ser sînorê Iraqê pêk hat, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.

Hat ragihandin, di êrîşê de yek ji damezrînerê ajansa propagandayê ya DAIŞ'ê Amaqê Rayan Maşaal hatiye kuştin.

Ev êrîş li herêma Deyrîzûr hate kirin û hat gotin, keça Maşaal jî miriye.

Agahiya li ser mirina Maşaal ku weke Bara Kadek tê naskirin, li tevna medya civakî hate parvekirin.

Ev agahî ji aliyê kesekî ku tê texmînkirin birayê wî ye, li ser Facebookê hate parvekirin.

Maşaal, di sala 2012'an de piştî ku cihê xwe di nava hin komên li Helebê de girt, di dawiya sala 2013'an de tevlî nava DAIŞ'ê bû.

Ewilî li Babê bi cih bû. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi operasyona Reqayê kirin, berî çar mehan reviya bajarê Mayadînê.