DAM: Em ji sirûşta  Dersimê re bibin dilopek av!

Navenda Lêkolînê ya Dersimê şewatên ku artêşa Tirk derxistî şermezar kir û banga bihistyariyê kir.

Navenda Lêkolînê ya Dersimê (DAM) têkilî şewatên artêşa Tirk, ên li Dersimê derxistî daxuyaniyek nivîskî da.

Li ser navê DAM'ê Ferhat Tunç daxuyanî da û got, '' Şewatên li daristanan ku havînê bi navber didomî, beriya bi heftiyekê dîsa dest pê kir. Daristanên ku Tebaxê hatin şewitandin ji hêla dildaran ve hatin temirandin'' û bi domdarî pê de çû, ''Lê yên ku bi çavsorî li sirûşta Dersimê dinerin xwe vala nehiştin. Şewat hê jî li derdora çiyayê Zel, Harsî, Arekî, Zargovîn û herêma Ahpanosê didome. 27'ê Îlonê jî agahî hat ku li herêma di navbeyna  Mazgirt Gundê Kale û Gebanê de şewat hatiye derxistin.''

'BI ZANEBÛN DIŞEWITÎNIN, EM BIBIN DILOPEK AV'

Tunç got şewata li Dersimê û li gelek deverên Kurdistanê encama polîtîkayeke sîstematîk e û bang li ekolojîst, rewşenbîr, hunermend û raya giştî kir, got, ''Em li bara  vê zilmê bêdeng nemînin, ji bo sirûşta Dersimê em bibin dilopek av''.