DAIŞ li Helebê 50 Kurd revandin

DAIŞ li Helebê 50 Kurd revandin

Komên çeteyên DAIŞ îro li bajaroka Minbicê yê girêdayî Helebê 50 welatiyên Kurd revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyan DAIŞ'ê îro bêyî ti hincet û tawanbariyekê nîşan bidin 50 welatiyên Kurd ji taxên cuda yên ji bajaroka Minbicê yê bakurê Helebê revandin.

Çavkaniyan ji rojnameya El-Qudis El Erebî re diyar kirin ku ev gav di çarçoveya qirkirina Kurdên bajaroka Minbicê bi hinceta piştgiriya hin hêzên çep û sekna bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re tê kirin.

Heman çavkaniyan teqez kirin ku DAIŞ'ê malên welatiyên revandî yên nêzî Çerxereya El-Cezîra talan kirine. Çeteyan alavên dikanên welatiyên revandî jî dizîn û hemû alavên çandiniyê û jenetorên ceyranê ji xwe re birin.