DAIŞ li Elmanyayê bi awayekî fermî hat qedexekirin!
DAIŞ li Elmanyayê bi awayekî fermî hat qedexekirin!
DAIŞ li Elmanyayê bi awayekî fermî hat qedexekirin!
Li Elmanyayê, her şêweyên xebatên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji îro û pê ve hatin qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maiziere biryara qedexekirinê aşkera kir û diyar kir ku di çarçoveya qedexeyê de ew ê destûrê nedin ti kar û sembolên nêzî DAIŞ'ê.
Li dû komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengal û derdora wê, mijara qedexekirina DAIŞ'ê ketibû rojeva Elmanyayê. Di serî de parlamenterên Partiya Çep gelek siyasetmedaran, ji bo tavilê qedexekirina DAIŞ'ê bang li hikûmeta Merkel kiribûn.
Piştî ku hikûmetê der barê qedexeyê de çarçoveyek amade kir, îro li paytext Berlînê Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maiziere di civîneke çapemeniyê ya li avahiya Wezareta Karên Hundir de biyar kir ku rêxistina terorê DAIŞ hatiye qedexekirin. Maiziere destnîşan kir ku her tiştên eleqeya xwe bi rêxistinê heye di çarçoveya vê qedexeyê de cih digirin û got, "Li medya sosyal, li xweşeşandana û li nava raya giştî bikaranîna nîşaneyên DAIŞ'ê ji îro û pê ve hatine qedexekirin."
'DAIŞ LI DIJÎ ELMANYA GEFEKE'
Maiziere diyar kir ku alîkarî û propagandaya ji bo DAIŞ'ê, nîşandana sembolên wê, her şêweyên xebatên destekê didin rêxistinê, komkirina malzeme û pereyên ji bo rêxistinê, bi taybetî jî peydakirina endaman ji bo rêxistinê hatiye qedexe kirin û ragihand ku her karê li hemberî vê qedexeyê bên kirin, êdî sûc e. Wezîr Maiziere diyar kir ku ew ji ber tevlîbûna ciwanan ji Ewropayê li nav refên Sûriye û Iraqê bi guman in û axaftina xwe wiha dewam kir:
"DAIŞ li dijî ewlekariya Elmanya gefeke. Ji Elmanyayê nêzî 400 kes çûn Iraq û Sûriyeyê. Agahî gihaştin me ku ji van 40 kesan jiyana xwe ji dest dane. 100 ji van jî li Elmanyayê vegeriyane. Piraniya kesên vegeriyane, xeyalên wan şikestîne û bûne xwedî tecrûbeya şer. Her wiha hînî hêrs û kuştinê bûne.
Divê em bibin asteng ku komên tund şerê xwe bînin bajarên me. Bi taybetî jî divê em pêşî li tevlîbûnên ji Elmanya bigirin ku diçin li nav refên DAIŞ li dijî Kurdan, Êzidiyan, Xiristiyanan û Misilmanan şer dikin. Em ê rê nedin organîzasyoneke terorê ya mîna DAIŞ'ê ku li dijî sekin û nêrîna azadîparêz a gelê me ye. Di mijara tevlîbûna ciwanan li nava refên van komên radîkal û radîkalbûyîna ciwanan de divê her kes berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bînin."
‘QEDEXE DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÎZMÊ DE GAVEKE GIRÎNG E’
Wezîrê Karên Hundir ragihand ku qedexeya wan îro ragihandine, di têkoşîna li dijî terorîzmê de gaveke girîng e û got, "Ev yek di heman demê de ji bo azadî û ewlekariya li Elmanyayê gaveke girîng e. Ev yek bi tenê li dijî terorîstên olê bi hovane bikar tîne ye." Maiziere diyar kir ku Misilman li dijî terora barbarî ya DAIŞ'ê derdikevin û got, "Ev qedexe di heman demê de li gorî berjewendiya Misilmanên li welêt e. Ev qedexe wê yekgirtin, azadî û hiqûqa di nava civakê de xurtir bike."
Lê belê ji ber ku biryara dadgehê nîne, qedexeya îro li hemberî DAIŞ'ê hat ragihandin, nayê wateya îlana DAIŞ'ê weke rêxistineke terorîst.