'DAIŞ li dijî exlaqê Îslamê tevdigere’

'DAIŞ li dijî exlaqê Îslamê tevdigere’

Rêveberiya Konferansa Îslamî ya Demokratîk a Ewropayê, Federasyoan Civakên Îslamî ya Kurdistanê û Teşkîlata Çand û Perwerdehiya Îslamî ya Kurd, der barê cejna Qurbanê de peyamek wşenadin û banga têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kirin. Di peyamê de hat gotin ku DAIŞ li dij Îslamê tevdigere û hat diyar kirin ku heta ku gelê Kurd yê mazlum negihêjin mafên xwe divê cejn di hewaya cejnê de derbas nebe.

Di peyama ku hate şandin de hate gotin ku qurbanî û bexşên tên kirin divê ji bo Kobanê û Şengalê bên berhevkirin.

Hat diyar kirin ku muslimanên di arefya cejnê de li Arafatê îbadeta Hecê tînin cih divê kesên Kerbaleya Kobanê li ser navê îslamê dikin lanet bikin.

BEREVAJÎ ESASÊN ÎSLAMÊ NE

Di daxuyaniyê de balkişandin ser êrîşên li ser Kobanê û Şengalê û got: “Gelê mazlum yên her çar parçeyê Kurdistanê bi salane mafên xwe yên herî xwezayî yê îslamî û mirovahî dixwazin, her tim rastî hovîtiya herî mezin hatine.

Van dewletan mafên îslamî û mirovahî bin pêkiriye û kesên ku mafên xwe xwestine jî wek terorîst û eşqiya reş kirine. Dema ku Hz Musa li dijî Fîravun ji bo Îsraîlogliyan maf daxwaz kir, dema Hz. Îsa mafê koleyan parast, alîgirên wî bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Cesedê hevalên Hz. Muhammed û apê wî hatiye parçekirin û kezeba wan xwarine.

Her kesê ku têkoşîna ol û maf daye rastî van hovîtiyan hatine. Serdetşên ku dibêjin em oldarin, sîhirbaziya ku gelê mafdar bê maf derdixeye.

Di daxuyaniyê de balkişandin ser ayedeta 42’emîn a sureya Bakara û got: “Bi zanebûn maf tevli batilbûnê nekin, maf veneşêrin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê Rojava bi salan bû di bin zextên rejîma Baas de bû. malên wan hatin desteserkirin, axa wan ji wan hate girtin  û malên wan dan Ereban. Li dijî vê neheqiyê dewlet û alîgirên desthilatdariyan li dijî esasên Kuran û Îslamê bi desthilatdariyan re tevgeriyane.  Li Sûriyeyê piştî mudaxaleya derve destpê kir, rêxistinên DAIŞ û El-Qaîdeyê  ji aliyê Tirkiye, Suudî Erebîstan, Katar, Îran û Sûriyeyê ji her aliyê cîhanê hatin berhvkirin û li Sûriye û Iraqê şerê hovane dane destpêkirin.

Rejîmên ku tehemulê mafê Kurdan nake ev barbarên Mogolan li serê Kurdan kirin bela. Li Şengalê komkujî pêk anîn û xwestin Kobanê jî lê zêde binin.

EM LI DIJÎ XWEDA BERPIRSIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev hovîtî tu car nayê qebûlkirin û got ev hovîtiya ku di bin navê îslamê de tê kirin felaketeke.  Her wiha bang li hemû Muslimanên durust hat kirin ku li cem gelê Kobanê cih bigirin û got: “Her ku gelê mazlum yê Kurd negihêjin mafê xwe divê cejn di hewaya cejnê de derbas nebe. Ji bo ev hovîtiya li ser navê ola me tê kirin beralî bibe, divê em merciyê îslamî yên Kurd li dora gelê mazlum yê Kurd bibin yek.

Her wiha di daxuyaniyê de ji sreyên Maîde û Nîsa jî mînak hatin nîşandan.

Her wiha di daxuyaniyê hat diyarkirin ku divê qurban û bexş ji bo Kobanê û Şengalê bên berhevkirin.