Dagirkirina Rojava û tecrîd li Ewropayê hatin şermezarkirin
Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistaniyan daxwaza azadiyê kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên AKP'ê yên dagirkerî û komkujiyan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistaniyan daxwaza azadiyê kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên AKP'ê yên dagirkerî û komkujiyan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistaniyan daxwaza azadiyê kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên AKP'ê yên dagirkerî û komkujiyan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
BORDEAÛX: Desteserkirina şaredariyên DBP'yî û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî kantonên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên Fransî li meydana Boûrse mîtîngek lidar xistin. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Antî-Faşîst a Fransayê daxwaza azadiya Ocalan kirin û gotin, heta aştî û demokrasî li Rojhilata Navîn mayînde bibin, ew ê çalakiyên xwe yên li Ewropayê bidomînin. Di çalakiyê de têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di hefteya 600'î de ye, hat destekkirin.
HELSÎNKÎ: Êrîşên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Rojava û desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê û komên din ên çete, li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi meşeke mezin hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn, ku piraniya wan Fînlandiyayî bûn. Ji beşdarên çalakiyê Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê yê berê Erkkî Tûomîoja li vir axivî û destnîşan kir, ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriye û Rojava ne yên qebûlkirinê ye. Tûomîoja diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa yên li dijî Kurdan ku bi bahaneya DAIŞ'ê tên kirin, şermezar bike. Tûomîoja da xuyakirin, ku mafê herî xwezayî yê Kurdan e li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu û destnîşan kir, YPG hêzeke pîroz e li dijî çeteya herî hovane ya dîroka mirovahiyê DAIŞ'ê şer dike. Tûomîoja got, ew piştgiriyê didin Rojava.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi dirûşma "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî" meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê tevgera Ciwanên Azad a Hannoverê ve hat organîzekirin û Navendên Civaka Demokratîk ên li Hîldesheîm, Hannover, Peîne, Salzgîtter û Celle piştgirî dan. Bi qasî hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Di meşa li navenda bajêr de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û meşan piştî gera li nava bajêr, vegeriyan pêşiya gara trenê ya Hannoverê û çalakiya xwe li vir qedandin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, li ser banga KCDK-E bi meşek hat lidarxistin. Meşê li semta Sternschanze destpê. Nûnerê Ciwanê Azad li vir axivî û da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nîşaneya plana tesfiyekirina gelê Kurd e. Nûnerê ciwanan ji ciwanan, gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk xwest, li pêşberî tecrîdê û hovîtiya li Kurdistanê bêdeng nemînin. Meş li semta Altonayê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.
DEN HAAG: Bi sedan Kurdistaniyên li Hollandayê dijîn, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê daketin qadan. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Hollandî daxwaza bidawîbûna şer û destpêkirina pêvajoya çareseriyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" hat qîrîn.
MONTPELLÎER: Kurdistaniyên li bajarê Montpellîerê li hev civiyan, bi dirûşma "Dest nede vîna min û Rêberê min, ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî" meşiyan. Kurdistanî û rêxistinên çep ên Fransayê jî beşdarî meşê bûn, ku li Esplanade dest pê kir. Di meşê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hat belavkirin. Girseya gel piştî meşê xwe gihand meydaan Comedîe û piştî axaftinên li vir, çalakî qediya.
ÎTALYA: Li bajarên Bolzano û Novara yên Îtalyayê, tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk li Rojava û Bakurê Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. Li bajarê Novara, kon hat vedan û bi sedan belavokên li ser pêvajoyê hatin belavkirin. Li bajarê Bolzano jî ji meydaan Valterê meşekê destpê kir û heta meydana şaredariyê dewam kir. Girseya gel di dema beşê de bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û banga bidawîkirina vê pêkanîna bêhiqûqî kirin.