Dagirkeriya dewleta Tirk li Swêdê hate şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swêdê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Gavle û Uppsala yên Swêdê Kurdistanî tevî dostên xwe careke din daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyan de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê û ragihandina herêma li balafirên şer qedexekirî ya Bakurê Sûriyeyê gavên berbiçav biavêjin.

GAVLE

Kurdistanî tevî dostên xwe li Storatorgetê li hev kom bûn û pankartên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hildan.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Marîa Palîkîa li qada çalakiyê got, dewleta Tirk dixwaze 3.6 milyon penaberên li Tirkiyeyê beşek ji wan li Rojava bi cih bike û demografiya herêmê biguherîne, Kurdan ji xaka wan dûr bixîne.

Palîkîa anî ziman ku dewleta Tirk di dema dagirkeriyê de sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kir û ji civaka navneteweyî xwest, li dijî Tirkiyeyê helwestekê nîşan bide.

Endama Meclîsa Şaredariyê ya ji Partiya Çep Jîn Akgul Hajo diyar kir, Erdogan ji bo sîstema hevpar a pêkhateyên li herêmê ji holê rake êrîşî Rojava kiriye.

Hajo bi bîr xist ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, lewma jin pêşengiyê ji vê sîstemê re dikin û got, êrîşa li dijî Rojava êrîşeke li dijî jinane û banga xwedîderketina li Rojava li hemû jiyana û pêkhateyan kir.

UPPSALA

Kurdên ku Sêşemê li Meydana Storayê çalakî pêk anîn êvara Çarşemê jî li heman meydanê çalakî kirin.

Di çalakiyê de Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya Herêma Uppsalayê ya Partiya Çep Yekbûn Alp li qadê axivî.

Alp xwest ku pêkanînên li dijî Tirkiyeyê bikevin meriyetê û Bakurê Sûriyeyê jî li firîna balafirên şer bê qedexekirin.

Di çalakiyê de ji bo şermezarkirina sûcên şer ên dewleta Tirk kirine dirûşm hatin qîrîn.