Dagirkeriya dewleta Tirk li Lavrîo û Bergenê hate şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê û li bajarê Bergen ê Norwêcê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Lavrîoyê standek li peravê hate danîn û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.

Çalakî bi pêşengiya ciwanan pêk hat û hate destnîşankirin ku heta faşîzma Tirk ji xaka Kurdistanê bê qewirandin wê li ber xwe bidin.

BERGEN

Li bajarê Bergen ê Norwêcê jî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de wêneyên sivîlên ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin kuştin hatin hildan. Di çalakiyê de ku bi hezaran kes tevlî bûn dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Dîktator Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakgeran bi yek dengî gotina "Kurd ji mirinê mezintirin" qîriyan, ku tê gotin, ev gotin gotina serokkomarê berê yê Iraqê û lîderê dîrokî yê YNK'ê Celal Talabanî ye.