Dagirkeran êrîşî goristana şehîdan a li Gabarê kirin

Hat zanîn ku goristana gerîlayên şehîd a li Çiyayê Gabarê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate texrîbkirin û kevirên goran hatin şikandin.

ÊRÎŞA LI SER GORISTANÊN GERÎLA

Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansi’yê (MA), goristana gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye rûxandin. Ev gund di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatiye valakirin. Di dîmen de gelek gorên vala xuya dikin, kêlikên goran jî saxlem nemane. Hat zanîn ku leşker û cerdevanan kevirên goran bi balyoz û teviran şikandine.

Tê dîtin ku nêzî 100 kevirên goran hatine şikandin.

Her wiha mizgeft û lavaboyên ku li kêleka goristanê hatine çêkirin jî hatine xerakirin û dem û dûz kirine.  

Her wiha hat zanîn ku jenerator, quşxane û gelek kelûpelên hewcedariyên jiyanî ku welatiyan danîbû goristanê jî ji aliyê cerdevanên diçin daran dibirin ve hatine dizîn.