Dadgehên Elman hildana ala YPG'ê 'sûc' nabînin!

Li gel biryara qedexeyê ya Wezareta Karên Hundir û hin eyaletên Elmanyayê, dadgehên herêmî biryar didin ku ala YPG'ê ne sûc e. Herî dawî, dadgeha herêmî ya li Gelsenkîrchenê di doza aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engelê de biryara beraatê da.

Li bajarê Gelsenkîrchen ê eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê, 20'ê Adara 2018'an ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê xwepêşandanek hatibû lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan gelek Elman jî tevlî çalakiyê bûbûn. Aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engel ji bo piştgiriyê bide berxwedana gelê Efrînê ala YPG'ê vekiribû.

Polîsan jî îdîa kiribû ku vekirina ala YPG'ê 'sûc' e û êrîşî xwepêşandanê kiribûn û dest danîbûn ser ala YPG'ê. Piştre dozgeriya Essenê li dijî Gaertner-Engel lêpirsîn vekiribû. Dozgeriyê îdîa kiribû ku vekirina ala YPG'ê 'sûc' e û xwestibû, bi 200 Euroyî cezayê pereyan li Gaertner-Engel bê birîn.

Lê belê, dadgeha herêmî ya li bajarê Gelsenkîrchenê di rûniştina doh de biryar da ku Gaertner-Engel bi vekirina ala YPG'ê re ti sûc nekiriye û bi vî rengî biryara beraatê da. Dadgehê diyar kir, xwepêşandana hatiye lidarxistin eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne û YPG li Elmanyayê ne qedexe ye.

'BIRYARA DADGEHÊ JI BO MAFÊN DEMOKRATÎK GIRÎNG E'

Monîka Gaertner-Engel piştî rûniştina dozê ya li Gelsenkîrchenê daxuyaniyek da û diyar kir, biryara dadgehê ji bo mafên demokratîk girîng e. Gaertner, piştî biryara beraatê, giliyê rayedarên emniyeta Gelsenkîrchenê kir ji ber ku dest li xwepêşandaneke bi destûr werdane.

Beriya niha jî gelek dadgehên herêmî biryar dabûn ku hildana ala YPG'ê ne sûc e. Meha Adarê, Dadgeha Sûlhê ya Aachenê, di doza Kurdistaniyekî de ku ji ber parvekirina ala YPG'ê li malpera xwe ya Facebookê doz lê hatibû vekirin, polîs neheq dîtibû.

Dadgehên herêmî yên li Frankfûrt û Berlînê jî biryar dabûn ku alên PYD, YPG û YPJ'ê dikarin bên hildan.

Li Elmanyayê, heta niha gelek dadgehên herêmî biryarên bi vî rengî dane. Lê belê bêtehemûliya hêzên polîsan ên il Eyaleta Bayernê ya li dijî YPG'ê balê dikişîne. Polîsên Bayernê bi hinceta ala YPG'ê diavêjin ser malên aktîvîstan, dadgehên li eyaletê jî ceza li aktîvîstên Kurd û Elman dibirin ji ber piştgiriya bi YPG û YPJ'ê.

Wezareta Karên Hundir a Elman, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şandibû û alên PYD, YPG û YPJ'ê jî di nav de al û flamayên gelek partî û saziyên Kurdan qedexe kiribû.