Dadgehê endamê DAÎŞ’ê serbest berda
Dadgehê ji bo ‘Emîrê Amedê’ yê DAÎŞ’ê Nîhat Tûran got ‘potansiyeleke wî yazêde ya sûckirinê heye’ û ew serbest berda.
Dadgehê ji bo ‘Emîrê Amedê’ yê DAÎŞ’ê Nîhat Tûran got ‘potansiyeleke wî yazêde ya sûckirinê heye’ û ew serbest berda.
Li Amedê di sala 2015’an de di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de Nîhat Tûran ê ku hatibû gotin ‘emîrê Amedê ye’ hatibû girtibû û piştre serbest hate berdan. Di rûniştina îro de dadgehê belgeyên şênber ên wekî ku ‘potansiyeleke wî ya zêde ya sûckirinê heye’ qebûl kir û diyar kir ku piştî wê wextê girtîbûna wî ew ê nebe pîvan.
Di 26’ê Mijdara 2015’an de li Amedê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek hatibû kirin û li vê derê 2 polîsên tîmên taybet hatibûn kuştin û 4 polîs jî birîndar bûbûn.
Di şer de endamên DAÎŞ’ê yên bi navê Veysel Argûnaga, Cahît Olmez, Serhat Seyîthanoglû, Ergun Gul, Sidik Bunul, Orhan Genç û Ersel Gerguy jî hatibûn kuştin.
‘BI GUMANA SÛCKIRINÊ’ HATIBÛ GIRTIN
Piştî şer di serdegirtinên malan de ji nav 18 kesan 16 kes bi hinceta “endamên DAÎŞ’ê ne û alîkarî dane wan” hatibûn girtin. Di 3 rûniştinan de 13 bersûc serbest hatibû berdan. Di 20’ê Hezîranê de Nîhat Tûran serbest hatibû berdan û piştî 6 mehan ‘bi gumana sûckirinê’ dîsa hatibû girtin.
Rûniştina dawîn a vê dozê hate kirin. Dozger diyar kir ku, li mala hucreyî ya DAÎŞ’ê de şûna tiliyên Nîhat Tûran heye, li mala ku lê dimîne korseya piştî ya taybet hatiye zeftkirin û di dokumanan de yên hatine bidestxistin jî propagandaya DAÎŞ’ê heye û xwest bila rewşa wî ya girtîbûnê bidome.
HINCETA BIRYARÊ
Di biryara navberê de hate diyarkirin ku ji ber dengên zêde biryar hatiye dayîn ku Nîhat Tûran û A.S. ê ku ligel wî tê darizandin, serbest werin berdan.
Ji bo kêmasiyên dozê jî werin temamkirin, doz taloqî meha Gulanê hate kirin.