Dadgehê ceza lê birî, wî jî aleke mezintir a PKK'ê lê danî!
Yakûp Avci yê li Elmanyayê, ji ber ku wêneyekî ji ala PKK'ê parve kir, cezayê pere lê hate birîn. Avci li ser vê yekê wêneyekî mezintir ê ala PKK'ê parve kir.
Yakûp Avci yê li Elmanyayê, ji ber ku wêneyekî ji ala PKK'ê parve kir, cezayê pere lê hate birîn. Avci li ser vê yekê wêneyekî mezintir ê ala PKK'ê parve kir.
Yakûp Avci, di malpera xwe ya facebookê de wêneyekî xwe yê bi ala PKK'ê re kişandibû bi cih kir û li ser vê yekê dadgeha Elman 1600 Eûro cezayê pere li wî birî. Li se vê yekê Avci wêneyekî mezintir ê ala PKK'ê li hesabê xwe yê Facebookê bi cih kir. Avci li dadgeha bilind jî îtiraz li cezayê lê hate birîn kir.
Yakûp Avci yê li bajarê Gîessen ê Elmanyayê dijî, par li bajarê Strasboûrg ê Fransayê serdana konê li ber Parlamenta Ewropayê kir, ku ji bo balê bikişîne ser şerê li Kurdistanê hatibû vedan. Avci ji bo piştgiriyê bide çalakiyê, wêneyekî li vê derê kişandî, di 26'ê Sibata 2016'an de li hesabê xwe ye Facebookê parve kir.
Polîsên Elman ên ku ev parvekirina li malpera Facebookê dîtin, bi hinceta ku ala PKK'ê qedexe ye, giliyê Yakûp Avci kirin. Piştre li ser daxwaza polîs, hesabê Avci yê Facebookê hate giritn. Polîs di destpêka salê de li dozgeriya Gîessenê giliyê Avci kirin.
Li ser daxwaza dozgeriyê, doz li Avci hate vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê hefteya bihurî, ya dawî jî duh li Dadgeha Îdareyê ya Gîessenê hate kirin. Avci anî ziman, ku ew PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' dibînin, bal kişand ser qedexeya li ser PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye û îdîa kir, ku Avci sûc kiriye.
Dozger xwest, ji ber ku ala PKK'ê di wêne de xuya dike, Yakûp Avci bi 1600 Euro bê cezakirin.
DEMA KU HESABÊ WÎ JI NÛ VE HATE VEKIRIN, WÊNEYEKÎ MEZINTIR Ê ALÊ LÊ BI CIH KIR
Yakûp Avci jî di rûniştina dadgehê de destnîşan kir, ku berevajî dewleta Elman, gelê Kurd PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' nabîne. Avci û parêzerê wî diyar kirin, PKK tevgereke însanî ye û ev pirs ji heyeta dadgehê kirin: "PKK a ku di serî de Êzidî, gelên Rojhilata Navîn ji çeteyên herî hov ên cîhanê DAIŞ'ê rizgar kir, gelo çawa dibe terorîst?"
Parêzerê Avci anî ziman, mîna gelê Kurd gelê Elman û raya giştî jî PKK'ê weke rêxistineke 'terorîst' nabînin, lewma Avci ti sûc nekiriye. Lê belê heyeta dadgehê di rûniştina dawî de daxwaza dozger a ji bo cezakirina bi 1600 Eûroyî erê kir. Avci û parêzerê wî doz bir ber destê dadgeheke bilindtir û îtiraz kirin.
ALEKE MEZINTIR PARVE KIR
Yakûp Avci, piştî ku hesabê wî yê Facebookê ji nû ve hate vekirin, vê carê wêneyekî mezintir ê ala PKK'ê parve kir.
Avci piştî rûniştina dozê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji ber xebatên wî yên siyasî yên li Gîessenê, polîs wî nas dikin û ji ber vê yekê bûye hedef. Avci ku rêveberê Komeleya Kurd a Mezopotamyayê ya li Gîessenê ye, anî ziman ku dema mijar Kurd bin, Elmanya xwedî li nirxên xwe jî dernakeve.
Avci ragihand, Elmanya bi rêya vê polîtîkaya xwe hewl dide Kurdan ji têkoşîna azadiyê vegire û got, "Çiqasî dixwazin bila ceza bibirin. Lê ti kes nikare min ji têkoşîn û nirxên min vegerîne."