Dadgehê 4 sal û du meh ceza da siyasetmedar Selma Irmak

Bi îdiaya ‘’Heqaret li serokkomarê Tirk’’ û ‘’kêmdîtina hikûmetê bi zanebûn’’ 4 sal û du meh ceza li parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Selma Irmak hat birîn.

Dewleta Tirk cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi pişt panzerê ve girê da û bi erdê re kaş kir, cenazeyê Ekîn Wan tazî teşhîr kir, xebatkarê tenduristiyê Abdulazîz Yûral û ajokarê ambûlansê Şeyhmûs Dûrsûn kuştin û goristan xera kirin. Meqama darizandinê ya Tirk, siyasetmedara Kurd Selma Irmak ku sala 2015’an têkildarê van kirinên dewleta Tirk di bernameyeke televîzyonê de daxuyanî dan, ji xwe re kir armanc.

Rûniştina biryara têkildarê dozê ku li Selma Irmak hat vekirin, li Dadgeha Nehemîn a Esliye ya Ceza hat kirin.

Racî Bîlîcî ku parêzerê Selma Irmak e, got ku divê nirxandina gotinên miwekîla wê di çarçoveya azadiya derbirînê de bê kirin û daxwaza biryara berdana Irmakê kir.

Dadgehê, bi sûcbariya ‘’Kêmdîtina hikûmetê bi zanebûn’’ sal û 3 meh û bi îdiaya ‘’heqaret li serokkomar’’ 2 sal û 11 meh ceza da Selma Irmak.