Dadgeha Bilind xwest biryara doza pûşî bê xirab kirin

Dadgeha Bilind xwest biryara doza pûşî bê xirab kirin

Dadgeha Bilind ku dosya xwendekarê Beşa Muhendiziya Endustrî ya Zanîngeha Galatasarayê Cîhan Kirmizigul ku ji ber sedema pûşiya li ser milên wî bi îdiaya tevlî çalakiyekî molotofî bûye û 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibûn birîn, xwest ku biryar bê xirab kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da diyarkirin ku, di çarçoveya zagona hêjar 6352 ku Tîrmeha 2012’an kete meriyetê daxwaz kir ku, rewşa bersûc careke din were destgirtin û got, pêwîste biryar were xirab kirin.

Kirmizigul piştî ku ji doza 14’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê 25 mehan girtî ma û hate berdan, bi îfadeya şahidê veşartî û girtekên ku polîsên ew binçavkiribû carke din hate darezandin. Li ser şîşeyên ku li cihê bûyerê hatibûn dîtin şopa tiliyên Kirmizigul lê nehatibû dîti.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îtîraza parêzeran ya temyîzê red kir. Lê belê da diyarkirin ku, ji ber zagona hêjar 6352 ku nû kete meriyetê û madeya 2206’mîn ya TCK’ê guhertin çêbû û 13’mîn madeya zagona hêjmar 3713 ji meriyete hate derxistin. Ji ber vê sedemê Serdozger daxwaz kir ku, rewşa hiqûqî ya bersûc careke din berçav bê derbaz kirin û biryar bê xirab kirin.