Dadgeha Bilind ji strana Kurdî re got 'navtêdan'!

Dadgeha Bilind ji strana Kurdî re got 'navtêdan'!

Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Tirk kêmkirina cezayê kujerê Emrah Gezerê ku ji ber ku sala 2009 li Enqereyê strana bi Kurdî got, hate kuştin, Serkan Akbûlût bi hinceta “navtêdanê” qebûl kir. Her wiha, serdozgeriya Tirk bi hinceta “bi alkol bû”, xwest biryara bereata Sînem Uludag a ku bû sedema pêkhatina cinayetê bê dayin.

Ciwanê Kurd Emrah Gezer tenê ji ber ku bi Kurdî stran gotibû hate qetilkirin. Her wiha strana bi Kurdî weke “Endamtiya PKKê û heqaret” hate binavkirin. 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê strana Kurdî ya ji aliyê Gezer ve hate gotin, nerazîbûna hevala wî û kekê wî weke “navtêdan” (tehrîk) bi nav kiribû.

Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Tirk kêmkirina cezayê kujerê Emrah Gezerê ku ji ber ku sala 2009 li Enqereyê strana bi Kurdî got, hate kuştin, Serkan Akbûlût bi hinceta “navtêdanê” qebûl kir. Her wiha, serdozgeriya Tirk bi hinceta “bi alkol bû”, xwest biryara bereata Sînem Uludag a ku bû sedema pêkhatina cinayetê bê dayin.

Di 27’ê Berfanbara 2009 de ciwanên Kurd Emrah Gezer ligel hevalên xwe di barek a navçeya Çankaya ya Enqereyê de bi Kurdî stran gotin. Destgira polîsê bi navê Serkan Akbûlût, Sînem Ûlûdag ji ber strana Kurdî heqaret li ciwanên Kurd kir û got; “Hûn PKK’yî ne, we me li vir jî peyda kir. Kurdên pîs.” Ûlûdag piştre li zilamên li kêleka xwe nêrî û got; “Hûn çi zilam in. Li vana bireşînin.” Ji ber wê jî gule li ciwanê Kurd ê ku strana Kurdî got reşandin û kuştin.