Dadgeha Bilind cezayê ji bo parêzerên ÇHD û HHB’ê hatî xwestin erê kir

Dadgeha Bilind dema cezayên ji bo Tîmtîk û 4 parêzeran xira kirî, cezayê ji bo 14 parêzerên endamên ÇHD û HHB’ê erê kir.

Dadgaha Bilind a ku di derbarê cezayê ji bo parêzerên endamên ÇHD û HHB’ê biryara xwe eşkere kirî, cezayê ji bo Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina bi adil” di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî û 4 parêzerên din xira kir, cezayê 14 parêzeran jî erê kir.

Dayîreya Cezayê 16’an a Dadgeha Bilind biryara xwe ya di derbarê cezayê parêzerên Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) û Baruya Hiquqê ya Gelan (HHB) eşkere kir. Di biryarê de cezayê ji bo Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina bi adil” di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayî û Barkin Tîmtîk, Selçûk Kozagaçli û Ezgî Çakir xira kir. Cezayê girtîgehê yê ji bo 14 parêzerên din jî erê kir.

Dadgaha Cezayê Giran a 37’an a Stenbolê 159 sal ceza dabû parêzerên dihatin lêpirsînkirin. Cezayê dadgaha herêmî ya ji bo parêzaran dayî bi vş şêweyî ye: Selçuk Kozagaçli, Aytaç Unsal, Engîn Gokoglu bi sucê ‘endambûna rêxistinê’ 10.5 sal, Barkin Tîmtîk, Bi sûcê ‘avakirina rêxistinê û rêvebirinê’ 18 sal û 9 meh, Behîç Aşçi bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 12 sal, Aycan Çîçek ni sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 9 sal, Ebrû Tîmtîk bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 13.5 sal, Şukriye Erden bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 12 sal, Naciye Demîr bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 9 sal, Ozgur Yilmaz bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 13.5 sal, Ayşegul Çagatay, Yagmûr Ereren, Dîdem Baydar Unsal, Yaprak Turkmen bi sûcê ‘alîkarî kirina bi rêxistinê’ 3 sal û 9 meh, Ahmet Mandacî, Zehra Ozdemîr bi sûcê ‘alîkarî kirina bi rêxistinê’ 3 sal û 1 meh û 15 roj, Ezgî Çakir bi sûcê ‘endambûna rêxistinê’ 8 sal.