Dadgeh: Demîrtaş poşman xuya nake

Sedema biryara cezayê ya 5 mehan a ji bo Demîrtaş hate eşkerekirin.

Sedema biryara 5 mehan a di 21’ê Sibatê de ji ber gotina ‘terora hikûmetê’ ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş di Newroza 2016’an de bikar anî, ji aliyê 2. Dadgeha Ceza ya Asliyê ya Bazîd a Agiriyê ve hate eşkerekirin.

Dadgehê, ‘ Di aliyê wateya fesefî de jî bê nirxandin fikra azadiya bê sînor, di civaka siyasî ya rêxistinê de jî rastiyê îfade nake.’ parast.

Di biryarê de, Demîrtaş îfadeya “ AKP li deveyî hiqûqê pêkanînan dike” bi kar anî, lê di vê demê de têkildarî “FETO/PYD’ê ti rexne û îfade bikar neaniye’ nirxandinên wi cih girtin.

Dadgehê diyar kir ku ji ber ku Demîrtaş “Têkildarî sûçê û sûcê hatî kirin ti poşmantî nîşan nedaye” îfadeya ku pêwîstî dît ku hikmê lê hatî birîn bê eşkerekirin û rewşa heyî dom bike.