DAÎŞ'ê gefa êrîşê li Dusseldorfê xwar

Li saziyeke weşanê ya çeteyên DAÎŞ'ê, wêneyekî foto-montaj hate weşandin ku tê de êrîşeke bombeyî li stasyona metroyê ya bajarê Dusseldorfê tê nîşandan. Li gorî pisporan ev wêne mesajeke ji bo hucreyên razayî yên DAÎŞ'ê.

Pisporên Midûriyeta Emniyetê ya Elman (BKA) dema ku li ser înternetê lêkolîn dikirin, di organa weşanê ya bi navê "Al-Mûghîrat" de dîtin ku wêneyekî strasyoneke metroyê ya li Dusseldorfê heye.

Li gorî pisporan, çeteyên DAÎŞ'ê bi rêya vî wêneyê foto-montaj ku gefa êrîşê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê dixwin. Rayedarên yekîneyên ewlekariyê ji rojnameya Bîld re axivîn û bi bîr xist ku DAÎŞ'ê beriya niha tenê piştî çalakiyên terorê propaganda dikirin û wan li ser foto-montajê dest bi lêkolîneke berfireh kirine.

GELO DAÎŞ'Ê BI RÊYA WÊNEYÊ FOTO-MONTAJ PEYAMEKE ÇAWA DIDE?

Li aliyê rastê yê jora wêne, DAÎŞ bi zimanê Erebî vê gefê li Elmanyayê dixwe: "Ey xaçperest; heta ku li welatê Misilman aştî nebe, hûn ê jî di nava aştî û ewlekariyê de nebin." Li gorî pisporan, DAÎŞ bi rêya wêne mesajê dide hucreyên xwe yên razyî ji bo li welatên rojava çalakiyên terorê pêk bînin.

Li Elmanyayê, li dijî 24 kesên ku ji sala 2013'an û vir ve ji Sûriye û Iraqê vegeriyane Elmanyayê bi sedema têkildarî DAÎŞ'ê ne lêpirsîn hate vekirin. Tirsa herî mezin a dewleta Elman endamên DAÎŞ'ê ne yên vegeriyane û hîn eşkere nebûne. Tê texmînkirin ku ji sala 2013'an û vir ve nêzî hezar kes ji Elmanyayê tevlî nava DAÎŞ'ê bûne. Li gorî îstîxbarata Elman, du ji sê parên van kesan vegeriyan. Herî kêm 150 kes jî di şer de mirin.