DÎDF'ê biryara Eûtelsatê şermezar kir

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), biryara Eûtelsatê ya li dijî televîzyonên Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya DÎDF'ê de ji Eûtelsatê hat xwestin, biryara xwe ya ji bo sekinandina weşana Ronahî TV, Stêrk TV û News Channelê tavilê betal bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev biryar êrîşek li dijî azadiya çapemenî û ramanê ye û hat gotin, "Eûtelsat, ku beriya niha Mednûçe bi rengekî neheq girt û ji aliyê dadgeriya Fransayê ve hat mehkûmkirin, niha jî ji bo sekinandina weşana News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV ketiye nava hewldanan. Hikumeta AKP'ê, ku li nava Tirkiyeyê bi rêya biryarnameyên Rewşa Awarte televîzyon, rojname û malperên înternetê yên mûxalîf girtiye û dengekî bi tenê li ser civakê ferz dike, niha jî ji bo bêdengkirina qenalên televîzyonê yên li derveyî welat weşanê dikin, ketiye nava liv û tevgerê.

Dema ku mirov li biryarên tên standin û gavên tên avêtin dinerin, dibînin ku Eûtelsat veguheriye Turksat a di bin fermana Erdogan û AKP'ê de ye."

DÎDF'ê diyar kir, welatên endamê Yekîtiya Ewropayê her gotin û daxwaza rejîma Erdogan a dîktator bi cih tînin û wiha dewam kir: "Biryara Eûtelsatê, ku bê girtina televîzyonên Kurd yekser xist rojeva xwe, maskeya durû ya welatên Yekîtiya Ewropayê xistiye xwarê. Ji aliyekî ve dayîna daxuyaniyên li dijî Erdogan û li aliyê din jî bicihanîna daxwazên Erdogan, durûtî û bêsamîmiyetî ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke DÎDF'ê em dixwazin ev biryara ji bo birîna dengê gelê Kurd hatiye dayîn bê betalkirin û azadiya raman û çapemeniyê neyê binpêkirin. Di serî de Fransa, em ji welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku desteka xwe ya ji bo Erdogan ê dixwaze rejîmeke ji yek dengî ava bike, biqedînin.

Di serî de rêxistinên çapemeniyê em bang li hemû saziyên demokratîk dikin, ku li dijî girtina qenalên televîzyonê yên Kurd, çalakiyên protestoyî lidar bixin."