CRT: 159 rojnamevan girtî ne
Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê (CRT) ragihand, ku di rewşa heyî de 159 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne.
Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê (CRT) ragihand, ku di rewşa heyî de 159 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne.
Di rapora cemiyetê ya bi sernavê "Azadiya raman û çapemeniyê" de, ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide, bal hat kişandin ser zêdebûna binpêkirina azadiya çapemenî û ramanê ya li Tirkiyeyê.
Li gorî nûeçya Şeyma Paşayîgît a ji rojnameya Cûmhûriyetê, di raporê de hate ragihandin ku tevî 159 rojnamevanên girtî, 123 rojnamevan jî di rewşeke "qaçax" de ne.
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad jî roja 16'ê Gulanê daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû, ku bi girtina berpirsyarê weşana giştî ya malpera înternetê ya rojnameya Cûmhûriyetê Ogûz Guven re hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî de gihîştiye 171 kesî.
Tirkiye, ji bo rojnamevanan bûye girtîgeha herî mezin a li cîhanê. Di rapora sala 2016'an a Freedom Hoûse de, Tirkiye bi 4 rêzên li paş ket û bi 76 pûan cihê xwe di rêza 163. de girt. Li Ewropayê jî di rêza 42., di rêza dawî de cih digire.
Di rapora sala 2016'an a Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de, ev paşmayîn bi rengekî zelal hate dîtin.
Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Tirkiye di nava 12 salan de bi 57 pêlikan daket û di nava 180 welatan de cihê xwe di rêza 155. de girt.
Li gorî rapora Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê, di çar mehên destpêkê yên sala 2017'an de 46 lêpirsîn û 20 dozên nû hatine vekirin.