CPJ: Ji sedî 74 rojnamegerên di girtîgehê de ne Kurdin!
CPJ: Ji sedî 74 rojnamegerên di girtîgehê de ne Kurdin!
CPJ: Ji sedî 74 rojnamegerên di girtîgehê de ne Kurdin!
Komîsyona Parastina Rojnamegeran (CPJ) rapora xwe ya bi navê ‘êrîşên li dijî çapemeniyê’ weşand û diyar kir ku, Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de girtîgeha herî mezine û wih agot: “Rojnameger ji sedî 98 ji ber sûcdariya dij-dewletê û antî-terorê girtîne û ji sedî 74 jî rojnamegerên kurdin.
CPJ di para xwe ya de diyar kir ku, di sala 2012’an de 43 rojnameger li ser peywira xwe hatine kuştin. Bi vî awayî hejmara rojnamegerên hatine kuştin li gorî salên din ji sedî 43 zêde bûye û 35 rojnameger jî winda bûne.
Di raporê de hate diyar kirin ku, di 2012’an de 232 rojnameger hatine girtin û hat diyar kirin ku, ji sala 1990’î heta niha hejmara herî bilind ya 2012’na bûye.
CPJ’ê lîsteya xwe ya di derbarê rojnamegeran de wekê fikareke mezin bin av dike wiha weşand. 10 welatên ku di nava wan de Tirkiye jî heye wiha ne; Brezîlya, Ekvador, Etiyopya, Îran, Pakîstan, Tirkiye, Rûsya, Somalî, Sûriye û Vîetnam.
Di rapora CPJ’ê de hate diyar kirin ku, li Tirkiyeyê ji yekê kanûna 2012’an heta niha 49 rojnameger girtîne û got Tirkiye vegeriyaye girtîgeha herî mezin ya cîhanê.