Covîd-19: Herî kêm 155 hezar kes mirin

Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon û 267 hezar kes bi nexweşiya koronavîrusê ketin. Bi giştî jî 155 hezar kes mirin.

Zanyarên li DYE’yê diyarkirin ku ji bo tedawîya koronavîrusê wan gavên hêvîdar avêtine.  Hate tespîtkirin dermanê Remdevîsîr li ser meymûnan hatiye ceribandin û li dijî vîrusa Covîd-19’ê bi kêr tê.

Li Çîn, Ewropa û DYE’yê 13 xebatên klînîk li ser dermana bi navê Remdevîsîrê tê domandin. Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê diyar kir ku ev derman bi kêr tê.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku 78.546 kes nexweş ketine û 1769 kes jî mirine. Tê diyarkirin ku ev daneyên desthilatdariya AKP û MHP’ê ne rast e. Sibê heta saet 00.00’an li 30 bajarên mezin ên Tirkiyeyê qedexeya derketina derve didome. Lê gelek karker û kedkar bi darê zorê tên xebitandin.

Waliyê Zongûldakê 137 xebatkarên tendirustiyê bi koronavîrusê ketine û heqaret li xebatkaran kir ku xwe naparêzin. Piştî nerazîbûnan walî lêborîna xwe xwest.

118 KARKER JI KAR HATIN DERXISTIN

118 karkerên li Fabrîkeya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê ya li Şemrexa Mêrdînê bi hinceta ku ‘li gorî şewbê tevnegeriyane’ ji kar hatibûn derxistin. Karkeran bi dîmen bersiv dan ku ev ne rast e. Karkeran diyar kirin ku li serwîsan mirov li ser hev rûdinên û serwîs gelekî qelebalix in.

LI AMEDÊ 30 XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ BI KORONAVÎRUSÊ KETINE

Odeya Tebîban a Amedê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku heta niha 12 jê bijîşk 30 xebatkarên tendirustiyê bi koronavîrusê ketine.

Kampanyaya HDP’ê ya ji bo hevgirtina malbatan jî didome. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîd Kûday diyar kir ku wan heta niha xwe gihandine 584 malbatan û li 250 malbatan kolî belav kirine.

GEFÊN LI SER GIRTIYAN

Desthilatdariya AKP û MHP’ê çeteyên alîgirên xwe berda û geda li dijî girtiyên siyasî jî didome.

Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê gardiyanan ji girtiyan re gotine ku “Xwedê kirî qaîdeyên mesafeya civakî heye” û gef li girtiyan xwarine.

BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ

DYE
Li DYE’yê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 710 hezar û kesên jiyana xwe ji destdayîn 37 hezar derbas kir.
Serokê DYE’yê Donald Trump plana xwe ya alikariya 19 milyar dolarî ya ji bo cotkarên ku ji şewbê bandor bûyîn diyar kir.
ÎSPANYA
Li Îspanyayê ji 191 hezara zêdetir kes bi vîrûsê ketine û ji 20 hezaran zêdetir kes mirine. Li welat hejmara kesên tedawî dibînin ji 96 hezaran zêdetir e.
ÎTALYA
Li Îtalyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 172 hezar derbas kir. Ji 22 hezar û 700 kesan zêdetir ji ber koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
FRANSA
Li Fransayê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketine gihişte 148 hezar kesan. Li welat ji 18 hezar û 680 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.
ÎNGÎLTERE
Li Îngîltereyê jî hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 108 hezar û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji 14 hezar û 500 kesî derbas kir.
ELMANYA
Li Elmanyayê nêzî 142 hezar nexweşên bi koronavîrûsê ketî hene û 4377 kes mirine.
HOLLANDA
Li Holandayê ji 31 hezar û 500 kesan zêdetir bi vîrûsê ketine û 3601 kes mirine.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 37 hezar û 183 kes in û 5453 kes jî mirine. Li nexweşxaneyên li welat ji 23 hezar kesan zêdetir tedawîya koronavîrûsê dibînin.
SWÎSRE
Li Swîsreyê jî 27 hezar û 400 kesan zêdetir bi koronavîrûsê ketîne û 1344 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Ji 9 hezar û 600 kesan zêdetir jî tedawiyê dibînin.
ÎRAN
Rayedarên hikumeta Îrana ku rêjeya rast diyar nake, ragihandin ku hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 80 hezar û 898 kes in û 5031 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Li welat nêzî 20 hezar kesan li nexweşxaneyan tedawîyê dibînin.
RÛSYA
Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrûsê dikeve zêde dibe. Li welat tê dîtin ku nêzî 37 hezar kesan bi koronavîrûsê ketine û 313 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li nexweşxaneyên li Rûsyayê ji 33 hezar û 400 kesan zêdetir tedawiyê dibînin.