Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Covîd-19: Hejmara miriyan gihişter 76 hezarî

Li tevahî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihişte 1 milyon û 360 hezar kesî, her wiha 76 hezar kes jî mirin.

Li cîhanê welatê herî zêde kes bi vîrûsê ketine DYE ye, her wiha welatê herî zêde ji ber şewbê jî mirin lê çêdibe jî Îtalya ye.

Li gorî daneyên demê rastîn ê zanîngeha John Hopkîns, ji saet 14:40’î û vir ve li gelemperiya cîhanê bi kêmanî 1 milyonek û 360 hezar û 39 kes bi vîrûsê ketine, ji van jî bi kêmanî 75 hezar û 937 kes jî mirine. Her wiha hejmara kesên sax jî bûne 292 hezar in.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê 30 hezar û 217 kes bi vîrûsê ketine, 649 kes jî mirine. Li gel vê saziyên tenduristiyê tînin ziman ku ev dane hê zêdetirin.

DYE

Li DYE’yêm 368 hgezar kes bi vîrûsê ketine, 11 hezar kes jî mirin. Zêdetirî 330 hezar kes jî tên dermankirin û 9 hezar kes jî rewşa wan krîtîke.

ÎTALYA

132 hezar kes zêdetir bi vîrûsê ketine, 16 hezar û 500 kes jî mirine û 90 hezar kes jî tên dermankirin.

SPANYA

Li Spanyayê jî 140 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, nêzî 14 hezar kes jî mirine, 83 hezar kes tên dermankirin û 7 hezar kes jî rewşa wan krîtîk e.

ELMANYA

103 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 800 kes jî mirine. Zêdetirî 65 hezar kes jî tên dermankirin.

FRANSA

100 hezar kes bi vîrûsê ketine. 8 hezar û 900 kes jî mirine.

ÎNGÎLTERE

51 hezar kes bi vîrûsê ketine, 5 hezar û 370 kes jî mirine. Serokwezîrê Îngîltere Borîs Johnson ê bi vîrûsê ketibû rakiribûn beşa lezgîn. Wezîrê Karê Derve Domînîc Raab, bi wekalet erka serokwezîrtiyê dike.

HOLLANDA

Li Hollandayê 18 hezar û 800 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 867 kes mirine. Nêzî 17 hezar kes jî tên dermankirin û 1 hezar û 400 kes jî rewşa wan krîtk e.

BELÇÎK

22 hezar bi vîrûsê ketine, 2 hezar kes jî mirin. Nêzî 16 hezar kes jî tên dermankirin. 16 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE

22 hezar zêdetir kes bi vîrûsê ketine, 780 kes mirine. 14 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎRAN

62 hezar kes bi vîrûsê ketine .3 hezar û 870 kes jî mirine. Çavkaniyên muxalîf tîne ziman ku 19 hezar û 500 kes ji ber vîrûsê mirine.

RÛSYA

7 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine, ji 50 kes jî mirine.

JEPONYA

Li Jeponya 4 hezar kes bi vîrûsê ketine, 90 kes jî mirine.

PAKISTAN

3 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine, 50 kes jî mirine.