Cizîr û Şirnex bûn qada şer
Cizîr û Şirnex bûn qada şer
Cizîr û Şirnex bûn qada şer
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hefteyeke çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê bedewam dike. Şevê din çalaki li hemû taxan belav bû heta derengê şevê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Li navenda Şirnex, Roboskî û Sêrtê jî heta derengê şevê 15'ê Sibatê hat şermezerkirin û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Li Kibris û Edeneyê ji çalakî hatin lidarxistin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hefteyeke her roj û şev bi boneya 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar bikin çalakiyan pêk tînin. Şevê din ji çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê berdewam kir. Bi hemû tax û kolanên Cizîrê bi sedan ciwan daketin kolanan û bi demjimêran çalakî pêk anîn. Bi sedan ciwanên ku li gelek nokteyên navçeyê li ser kolanên Nisêbîn, Hezex û Yafesê kom bûn û rê li trafîkê girtin. Di çalakiyan de maşînên zirxî û TOMA hatin cihê bûyerê û êrîşî komên ciwanan kirin. Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir, ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Piştî şerê di navbera polîs û ciwanan de dest pê kir çalakî li hemû kolan û taxan belav bûn. Di çalakiyan de bombeyên deng avêtin avahiya AKP'ê ya Cizîrê. Polîsên ku çûn li avahiyê lêkolîn kirin bi saetan gule bera hewa dan.
LASTÎKA TOMA TEQANDIN
Li ser kolana Hezexê bi sedan ciwanên ku çalakî pêk anîn maşîna zirxî ya TOMA dan ber kevir û molotofan. Ciwanan bi molotofan tekerên TOMA teqandin. Agir bi maşîna zirxî ket û piştî demekê ji aliyê TOMA ve hat vemirandin. Ji ber ku bi saetan di navbera polîs û ciwanan de pevçunê berdewam kir her der bû qada şer.
Li ser kolana Nisêbînê û nêzî Otogarê jî komek ciwan kom bûn û bi demjimêran bi polîsan re şer kirin. Bi sedan ciwanan bi molotof û bombeyên deng bersîv dan êrîşê polîsan û maşina zirxî dan ber agir. Polîsan jî bi guleyêr rastîn bersiv da ciwanan. Çalakiyê heta derengê şevê berdewam kir.
LI ROBOSKÎ JÎ 15'Ê SIBATÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li navçeya Qilabana Şirnexê jî ciwanên ku kom bûn 15'ê Sibatê û komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Ciwanên ku li qada vala kom bûn, siloganên "Bimre AKP, em dê ji kujeran hesap bipirsin", "Bimre 15'ê Sibatê", "Bê Serok jiyan na be", "Bijî biratiya gelan", "Şehîd namirin" û "Ji Roboskiiyê re edalet " qîr kirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi sedan ciwan li qada Omer kom bûn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Ciwanan kolan li trafîkê girt û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Ciwanan bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire", "Zext me têk nabe." "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" 15'ê Sibatê şermezar kirin. Di çalakiyan de maşînê zirxî, panzer û TOMA êrîşî ciwanan kir. Polîsên ku bombeyên gazê bikar anîn dijûnên xerab ji ciwanan re kirin. Pevçûna ku li kolanekê dest pê kir li nava bajar belav bû û heta derengê şevê berdewam kir. Li kolana Uludere, Gazîpaşa, Yeşîlyurt û Gundogdu û gelek cihên din heta derengê şevê pevçûnê berdewam kir. Kolanên ku pevçûnê lê destpê kir vegeriya qada şer.
SÊRT
Li taxa Bariş (Çakmak) a Sêrtê jî bi heman armancê komek ciwan hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Komê li taxê agir pê xist û 15'ê Sibatê şermezar kir.
QIBRIS
Li bajarê Limassolê yê Qibrisê jî bi heman armancê çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Li ber Navenda Çandê ya Kurdîstanê komek ciwan hatin cem hev û heta Qada Dêra Katolîk meşiyan. Kom li gel polîsan heta kolana Anasxartasıasê meşiyan û rastî êrîşa komek welatî hatin. Di bûyerê de li gel koma ciwanan kesekî êrîşkar girtin û radestî polîsan kirin jî dîsa polîsan ew kes serbest berda.
Komê piştî çalakiyê dîsa heta Navenda Çandê ya Kurdistanê meşiyan û dîsa rastî êrîşa koma nijadperest a ji 100 kesan pêk dihat hat. Di mudaxeleyê de bombeyên deng, şûşe û molotof hatin bikar anîn. Di bûyerê de ji koma welatiyên kurd 4 kes birîndar bûn. Bûyerê qasî 45 deqîqeqan berdewam kir û piştre 3 kes hatin binçavkirin.
EDENE
Li duriyana Karasu ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edenyê jî bi heman armancê bi awayeki komî daxuyanî hatibû dayîn û piştî mudaxaleyê bûyer li nava gelek kolan û taxan belav bûbûn. Bûyerên ku duh dest pê kirin heta derengê şeve li taxên Gulbahçe, Şakirpaşa, Hurriyet, Guney Yildizi yên Seyhanê û Anadolu, Çukurova yên Yuregîrê berdewam kir û her der bû qada şer. Polîsan bombeyên gazê û ava şit bikar anî û ciwanan jî kevir, molotof û fîşekên hewayî bikar anîn.