Ciwanên Maînz ‘Komîna Şehîd Doga Jiyan’ îlan kir
NCKD a li bajarê Wîesbaden ‘Komîna Şehîd Doga Jiyan’ îlan kir.
NCKD a li bajarê Wîesbaden ‘Komîna Şehîd Doga Jiyan’ îlan kir.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a li bajarê Wîesbaden a Elmanyayê di 1. Kongreya Şehîd Doga Jiyan de komîn hate îlankirin.
Kongreya ku bi sirûda “Ruhê Ciwantî Ruhê Xweseriyê ye, Ruhê Xweseriyê jî Azadiya Rêber Apo ye” hate lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Destpêkê Xelîs Semsûr axivî, bal kişand ser girîngî û wateya kongreyê û wiha pê de çû: “Di serî de divê sekna şoreşgerên radîkal di hiş de pêk were. Em xwedî têkoşîneke 40 salan e. Em vê têkoşînê bi rêxistinkirina xwe bigihînin serkeftinê.”
Kongreya ku ji aliyê Ciwanên Azad ên Maînzê ve hate lidarxistin, bi beşdariya 32 ciwanan pêk hat, komînek ji 6 komîsyonan pêk tê hate avakirin.
Di komîna Şehîd Doga Jiyan de ev komîson hene: “Perwerdehî, Jinên Ciwan, Rojava, Çand, Ziman û Spor.”
Kongre bi xwendina çalakiyên ku wê bên lidarxistin û dirûşmeyan bi dawî bû.