Ciwanên li Îzmîrê li ber leşkeriyê rabûn: Em ê xwîna xwişk û birayên xwe nerijînin

Ciwanên li Îzmîrê li ber polîtîkayên şer ên dewletê rabûn, dan xuyakirin ku ew ê neçin leşkeriyê û xwîna xwişk û birayên xwe nerijînin.

Ciwanên Kurd çûyîna leşkeriya bi zorê red dikin û naxwazin bibin leşkerê dewletê, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan şaxê Îzmîrê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di dema daxuyaniyê de nûnerên komeleyê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn. Ciwanan eşkere kirin ku ew çûyîna leşkeriyê red dikin.

Ji ciwanan Îsmet Seplî diyar kir, ew ê jiyana dewlet li ser wî ferz dike, nejî, li ber sîstema tê ferzkirin serî netewîne û nekeve bin fermana artêşa dewletê.

Seplî bilêv kir ku di bin navê Rewşa Awarte de li erdnîgariya Kurdistanê dagirkerî tê şidandin, bajar ji holê tên rakirin, komkujî tên kirin û got, "Ev dagirkerî bêguman wê rojekê bi dawî bibe. Gelê kurd wê vê dagirkeriyê pûç bike. We di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê de hemû civak bi qasî ku xweziya xwe li 12'ê Îlonê bike, xist nava zext û zordariyê. Li pêşberî van pêkanînan em serê xwe natewînin. Hûn nikarin ti carî îradeya me teslîm bigirin. Red bike, li ber xwe bide, bibêje na, neçe leşkeriyê."

Ji ciwanan Bariş Kaygin jî anî ziman ku ew dewletê nas nake û wiha berdewam kir: "Di sîstemeke çiqas qirêj de dijîm diyar e. Bi kurtasî ez dewleta we nas nakim. Ji bo ku bidin nasandin çi ji destê we bê hûn ê bi qanûnên xwe ve bikin. Wekî ku birayê min Zafer Kaygin di zindanên xwe de mehkûm kir. Ez eşkere dikim ku ji bo dewletê mirin û kuştinê red dikim. Neçe leşkeriyê xwîna xwişk û birayên xwe nerijîne. Ji serketinê re silav, wê berxwedan bidome."

Ciwanekî din ê bi navê Berke Dorûk Ozden jî got ku ew ti şerî nas nake û wiha axivî: "Ez wekî komunîstekî vî şerê hûn dafirînin nas nakim. Tekane şerê ku ez pê bawer im şerê çînî ye. Di vê sîstemê de ez ê ne li aliyê we bim, ez ê li aliyê karker û şoreşgeran bim. Ez li cem we cih girtinê û serî tewandinê red dikim."