Ciwanên Kurd li Stûttgartê Newroz pîroz kirin

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ciwanan Newroz pîroz kirin.

Bi rêzgirtina kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne û di serî de ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, pîrozbahiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê li ser navê tevgerên ciwanan axaftin hat kirin.

Di pîrozbahiyê de Seyda Perînçek, Mazlûm Devrîm û Garîp Nurhak derketin ser dikê.

Pîrozbahiya Newrozê ya ku danê êvarê hat lidarxistin bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.