Ciwanên Kurd li Mannheimê ji bo Ocalan îmzeyan berhev dikin

Ciwanên Kurd li Mannheimê ji bo Ocalan îmzeyan berhev dikin

li Bajarê Mannheim ya Almanyayê ciwanên Kurd di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ stand vekirin û îmze berhevkirin.

Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ku li qada Navnetewî tê meşadin didome. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Mannheîm ya Almanyayê Komîsyona Ciwanên Kurd li ber navenda îstasyonê standa îmzeyan ya 3 rojan vekir.

Afîşên bi sernavên ‘Ji Ocalan re Azadî’ yên bi almanî hatibûn nivîsîn li standê hatin daliqandin û her wiha broşurên ku baldikişand ser tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin û îmze hatin berhevkirin.

Kampanya ligel ku welatiyên Almanyayê ji aliyê penaberên Almanyayê jî eleqeyek mezin dît.

Komîsyona Ciwanan ya Mannehîm da zanîn ku, bi standa ku avakirine îmzeyan berhev dikin û gotin wan derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatabê wê Birêz Ocalan de agahî dane. Komîsyonê got dê kampanyaya wan bi vekirina vê standê sînor nemîne û heta kampanya bi encam bibe dê çalakiyên cur bi cur pêk bînin.

Stand heta roja Çarşemê demjimêrên êvarê dê bidome.