Ciwanên HDP’ê: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li konferansa ciwanan a li Amedê axivi û got, ‘’Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’’.

Ciwanên HDP’ê: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li konferansa ciwanan a li Amedê axivi û got, ‘’Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’’.

 

Konferanca herêmê Meclîsa Ciwanan a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan ku bi dirûşma ‘em rêxistiniya xwe bikin û azad bibin’ bi axaftinên parlamenteran didome.

Li konferansê li ser navê Dayikên Aştiyê Bedriye Kiliç axivî û got, ciwan pêşengên civakê de, zêmareke li ser berxwedanan ciwanan got. Ciwanan pêlekê li ser piyan ji Kiliç re li çepdan dan.

 ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’

Piştre Parlamentera Amedê Dersim Dag axivî got, ‘’Bi tecrîdê re şer bêhtir hate gurkirin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd û ciwanan e. Ciwan her demê li dijî tecrîdê li ber xwe dane.’’

Dag got li djî tecrîda li ser Ocalan gelek ciwanan bedena xwe daber ber êgir, got, ‘’Bi berxwedana xwe em ê tecrîdê bişkînin’’.

Dag bi domdarî got ciwan her dema dîrokê li ber xwedane û pê de çû, ‘’Tevgera azadiyê bi berxwedana ciwanan heta van rojan hat. Kes nikare pêşî li vê bigire. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê Kurdan ti caran serê xwe netewandine. Dewleta li ser ciwanan polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê rê ve dibe. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.’’

‘EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî got divê demildest dawî li tecrîdê were û got, ‘’Dewlet li ser ciwanan polîtîkayên gemarî rê ve dibe. Em bi her hawî li dijî vî şerê gemarî yê dewletê li ber xwe bidin. Em bi hev re li ber xwe bidn.’’