Ciwanên di depoya alîkariyê de dixebitin: Her tişt ji bo Kobanê ye
Ciwanên di depoya alîkariyê de dixebitin: Her tişt ji bo Kobanê ye
Ciwanên di depoya alîkariyê de dixebitin: Her tişt ji bo Kobanê ye
Ciwanên temenê wan di navbera 15-18’î de ye û xizmên wan li Kobanê ne, diyar kirin ku ji ber ku temenê wan negirtiye û neşandine YPG’ê ew jî di depoyên alîkariyê de dixebitin. Ciwanên ku deqeyekê vala namînin gotin: “Em ji bo Kobanê amade ne ku canê xwe feda bikin.” Ciwanê bi navê Ocalan got ku ew bi vê xebatê dixwaze ji bo gelê xwe bibe alîkar.
Kobaniyên ku ji ber êrîşên Kobanê hatin Pirsûsê di nava xebatan de cih digirin. Di vana van de ciwan jî hene. Piranî xizmên wan di mewziyan de parastina Kobanê dikin. Ciwan di depoya alîkariyê ya Şaredariya Pirsûsê de bi armanca piştgiriyê dixebitin.
EZ BI VÎ AWAYÎ DIBIM ALÎKAR
Ciwanê bi navê Ocalan ê 15 salî ku birayekî wî li YPG’ê ye û yek jî li YPG’ê di pevçûnekê de birîndar bû niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û got: “Ez ji bo alîkariya gelê xwe li depoyê dixebitim.”
Ocalan da zanîn ku dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin, ew hatiye dinê û ji ber vê malbata wî navê wî Ocalan lê kirine. Ocalan got: “Tenê daxwaza min ev e ku ez vegerim Kobanê. Ez di valakirin û bicihkirina alîkariyan de dixebitim. Ez bi vî awayî hewl didim cem gelê xwe bixebitim. Em 8 xwişk û bira ne.
EM JI BO KOBANÊ CANÊ XWE DIDIN
Mahîr Bozan yê 16 salî jî got ku ew gelek caran çûye Kobanê û xwestiye tevlî YPG’ê bibe lê nehatiye şandin û got: “Di vî şerî de wê Kobanê bi ser bikeve. Ez berê 8-9 mehan li YPG’ê mam. Lê piştî pevçûn dijwar bûn ez şandim. Xebata me ya li vir ji bo Kobanê ye. Em ji bo gelê xwe dixebitin. Li ku peywirê bidin me em ê li wir bixebitin. Em ji bo Kobanê canê xwe feda dikin.
EZ JI BO GEL Û HEVALÊN XWE DIKIM
Dilovan Kobanê yê 17 salî jî got ku salek û nîvê di YPG’ê de maye û navê xwe ji YPG’ê girtiye. Dîlovan da zanîn ku ew dixwaze demildest biçe Kobanê û got ku armanca wî ya li vir ev e ku ji bo hevalên xwe û gelê xwe bibe alîkar.
KOBANÊ EV HEQ NEKIR
Xalît Hafîz yê 18 salî jî got: “Ez li bende roja ku em serê çeteyan bipelçikînin. Ji bo ez vala nemînim û bo gelê xwe bibim alîkar ez li vir dixebitim. Gelê Kobanê ev heq nekir. Çete bi ser me de şandin. Lê gelê me ne tenê ye. Em ji bo gelê xwe ji bo her tiştî amade ne.”