BI DÎMEN

Ciwanên bêkar ên li Mersînê: Ji bo siberoja xwe em dibêjin 'NA'

Li Mersînê, ciwanên bêkar ên mexdûrê desthilatdariyê, ku wê yekemcar dengê xwe bi kar bînin, diyar kirin ku ew ê ji sîstema Erdogan a ku ew bêkar hiştiye bêje 'NA'.

Li Mersînê dengê 'NA' her geş dibe. Ciwanên bêkar jî dengê xwe bilind kirin. Ji ciwanên ku di dema destpêka desthilatdariya AKP'ê de hê nû ji dayik bûbûn Alparslan Ay û Rahmî Ûral wê cara yekemîn dengê xwe bidin. Ciwanan ragihandin, ku Erdogan ew mehkûmî xizaniyê kiriye û ew ê ji rejîma şexsekî ya Erdogan re bêjin 'NA'.

'AKP'Ê EM MEHKÛMÎ XIZANIYÊ KIR'

Ji van ciwanan Alparslan Ay got, "Dema AKP desthilatdar bû, ez nû ji dayik bûbûm û emrê min her tim di nava xizanî û bêkariyê de derbas bû. Heta vî emrî min nekarî tiştekî bikim. Niha jî dixwazin vê sîstema ku em mexdûrî xizaniyê kir, bi şexsekî ve girê bidin. Ez ê di vê referandûmê de cara yekemîn dengê xwe bidim û bêguman bêjim 'NA'.

Ay anî ziman, AKP'ê ji bilî rê û piran tiştek nekiriye û got, "Bi pir û rêyan zikê birçî têr nabe. Weke ciwanan em ê heta dawiyê ji rejîma şexsekî re bêjin 'NA'.

'EM Ê JI REJÎMA ŞEXSEKÎ RE BÊJIN NA'

Rahmî Ûral anî ziman, ku malbata wî hilbijêrê MHP'ê ye û ew ê cara yekemîn di referandûmê de deng bide û dengê wî jî wê 'NA' be. Ûral diyar kir, ew rejîma şexsekî naxwazin û got, "Malbata min ji MHP'e ye, sempatiya min jî ji MHP'ê re heye. Lê emê destûrê nedin ku şexsek bi tenê welêt bi rê ve bibe û sîstema heyî ya nebaş hîn bêhtir nebaş bike. Ez jî mîna hemû hevalên min ên ciwan dibêjim 'NA'."

Ûral ragihand, li Mersînê bêkariyeke cidî heye û got, "Gelo Erdogan û AKP'ê çi xizmet ji me re kiriye ku niha radibe ji me dixwaze em sîstema wan a şexsekî hilbijêrin. Ez diçim li xeribiyê li kar digerim. Ya ku ez mehkûmî vê kir, ev sîstem e. Ez ê ji vê sîstemê re nebêjim 'erê."