Ciwanên Azad: Li dijî îxaneta PDK û faşîzma AKP'ê banga çalakiyên bêdem
Ciwanên Azad li dijî îxaneta PDK'ê û faşîzma AKP'ê ya bi êrîşkirina li ser Şengalê re, bang li ciwan û hemû civakan kir ku çalakiyan lidarbixin.
Ciwanên Azad li dijî îxaneta PDK'ê û faşîzma AKP'ê ya bi êrîşkirina li ser Şengalê re, bang li ciwan û hemû civakan kir ku çalakiyan lidarbixin.
Koordînasyona Ciwanên Azad ên Ewropayê bi daxuyaniyekê êrîşa PDK'ê ya li ser Şengalê weke îxanet binavkirin, diyarkir ku PDK berê ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyabûn û îro jî êrîşî Şengala ku bi bedelên mezin hatî rizgarkirin dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Bi deh hezaran sale ku li Kurdistanê li dijî hêzên mêtînger Tevgera Azadî tekoşînê dike û ji bo avakirina cihên jiyanê bedelên giran dane û niha jî tevgera me ji aliyê hêzên emperyal ve rastî êrîşan tê û bi taybet bi destê dewleta faşîst a AKP'ê ev tê kirin."
'ÊDÎ XETA PDK-BARZANÎ HATIYE ŞIKANDIN'
Koordînasyona Ciwanê Azad destnîşan kir ku êdî xeta PDK-Barzanî ya ku hemû deman weke xeta îxanetê temsîl dike hatiye şikandin û wiha hat gotin; "PDK ya ku dibêje ez li ser navê Tevgera Kurd tevger dike û li aliyê din hem jî bi dijminên Tevgera Kurd re hevkariyê dike."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Berxwedana Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û Şoreşa Rojava xeta Barzanî ya îxanetê şikandiye û wiha tê gotin: "Bi dehan caran Civaka Êzidî ya ku qirkirin li ser hatiye kirin, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, wê revên şermê ji aliyê gelê Kurd ve her tim were bîranîn."
EM Ê VÊ XETA ÎXANETÊ BAVÊJIN SERGOYA DÎROKÊ
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Em wek hevrêyên Şehîd Bêrîtan, Arînan em ê vê xeta îxanetê ku carek din dernekeve ser dikê, bavêjin sergoya dîrokê. Ev rewşa ku weke birakujî tê binavkirin, êdî wê weke îxanet were bîranin û em ê rê nedin vê, wê hemû kes bibîne.
Gelê Kurd êdî berbi tîrêjên azadiyê ve hatiye û tenê rojevek ya me heye berxwedanekî mezin û rê nedayîna îxanetê ye. Ji ber vê sedemê em bang li hemû Ciwanên birûmet yên Kurdistanê dikin ku li her cihê ku lê bin derbasî çalakiyên bêdem bibin."