Ciwanên Azad ji bo Ocalan banga tevlîbûna meşê kir

Ciwanên Azad ji bo meşên ku wê 24’ê Îlonê li dijî tecrîda li ser Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir.

Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyek nivîskî da, bang li tevahî ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir ku li dor Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicivin û tecrîdî bişkînin.

Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin; “Heta em dengê xwe bigihînin Rêbertiya xwe, divê em berxwedana xwe li ser esasê azadiya Rêber Apo mezin bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku AKP’e li dijî berxwedanên Bakurê Kurdistanê û Rojava êdî gihiştiye merheleya dawî, hate diyarkirin ku desteserkirina bi qeyûman encama bêçarebûnê ye.

‘EM LI DOR RÊBER APO KÎLÎT BIBIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di serî de ciwanên Kurd, divê tevahî ciwanên demokratîk, sosyalîst û enternasyonalîst li beramberî van kiryarên faşîst bêdeng nemînin. Ji bo vê jî divê em tevahî qadan veguherînin qadên serhildanê, li dor Rêber Apo kîlît bibin, rêxistinbûyina xwe xurt bikin û çalakiyên xwe berfireh bikin.”

CIH Û SAETÊN MEŞÊ

Ciwanên Azad di dawiya daxuyaniya xwe de têkîldarî meşê ku wê 24’ê Îlonê ji bo azadiya Ocalan bêne lidarxistin, ev agahî parve kirin;

“-Hannover, saet 16.00’an li ber HBF wê dest pê bike,

-Hambûrg wê saet 15.00’an li ber U/S-Bahn Sternschanze dest pê bike,

-Dûîsbûrg wê saet 15.00’an li Dellplatz dest pê bike,

Stûttgart wê saet 16.30’an li ber HBF dest pê bike."