Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ciwanên Azad de banga xwedîderketina li Amedê hat kirin û hat gotin, "Dewleta Tirk careke din nîşan daye ku ew dewleteke qirkirina çandî dike. Bi dagirkirina şaredariya Amedê paytexta Kurdistanê û bi girtina hevşaredaran re êrîşî hebûn û jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd dike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, faşîzma AKP'ê ji bo cezakirina gel operasyona tinekirinê daye destpêkirin û ev bang hat irin: "Divê gelê Amedê xwedî li vîna xwe derkeve, paytexta Kurdistanê li dijî dagirkeran biparêze û şaredariyên xwe di nava lepên dagirkeran de nehêle. Fermandarê mezin ê berxwedana Sûrê Çiyager nîşanî me daye bê em çawa dikarin li dijî faşîzma AKP'ê bisekinin. Weke Ciwanên Azad Ewropa em bang li ciwanên Kurd, gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her cihî çalakiyan lidar bixin."