Ciwanên Şoreşger bîlançoya çalakiyan eşkere kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, li çalakiyên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Koordînasyona tevgerên ciwanan dan xuyakirin ku di çarçoveya pênagva "Serî Hilde" de ji bo balê bikişînin ser komkujiya Roboskî û êrîşên li dijî şehîdgehan wan li gelek cihan çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"25'ê Kanûna 2017'an bi bombeya deng li dijî febrîqeya mobîlya ya hevkare AKP'ê li Altindag a Enqereyê hate kirin. Di encama çalakiyê de xisara madî li febrîqeyê bû.

28'ê Kanûna 2017'an, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan li Keçîoren a Enqereyê wesayitên AKP'yiyan şewitandin. Di çalakiyê de 2 wesayit şewitîn.

DENÎZLÎ

27'ê Kanûnê, febrîqeya AKP'yiyekî ya li sîteya pîşesazîiya organîze ya Denîzliyê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Dîlan Kortak ve hate şewitandin. Welê li febrîqeyê hat ku nema dikare bê bikaranîn.

KOCAELÎ

Şeva 28'ê Kanûnê febrîqeyên AKP'yiyan ên li sîteya sanayî ya organîzeyî ya Îzmîtê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Kawa ve bi molotofan çalakî hate kirin.Di encamê de 3 febrîqe bi temamî şewitîn. Ev çalakî ji bo balê bikişîne ser komkujiya Roboskî hate kirin.

ÎZMÎR

Êvara 28'ê Kanûnê li navçeya Çeşme ya Îmîrê, li dijî yateke luks a li peravê Alaçatiyê bi bombeya deng çalakî hate lidarxistin û yat hate şewitandin. Çalakî ji aliyê yekîneya me ya tohildanê ya Şehîd Nûda Elefterya ve hate kirin. Ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta AKP'ê ya faşîst ên li dijî Şehîdgeyên Xerzan û Yenîkoyê û ji bo komkujiya Roboskî ev çalakî hatiye kirin.

STENBOL

Li taxa Esentepe ya Sûltangazî ya Stenbolê pankartek bi bombe hate daliqandin. Pankarta me ya bi dirûşma "Em ê hesabê Roboskî bipirsin" ji bo balkişandin ser komkujiya Roboskî hate daliqandin. Piştî daliqandina pankartê dirûşmên 'Serî hilde' hatin qîrîn.

EDENE

Êvara 28'ê Kanûnê li dijî qereqola polîsan a Hurriyet a li navçeya Seyhanê tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Gelhat bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Yekîneya me bi serketî vegeriyan qadên xwe. Çalakî li dijî komkujiya Roboskî û êrîşên li dijî Şehîdgehan hatiye kirin.

AMED

Êvara 28'ê Kanûnê li taxa Şehîdlîk a Yenîşehîrê tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Avesta li şaxê TEDAŞ'ê bi bombeya deng çalakî pêk anî. Di encamê de xisara madî li şûbeyê bû. Çalakî ji bo balê bikişîne ser komkujiya Roboskî û êrîşa li dijî şehîdgehan hate kirin.

Çalakiyên me wê zêde bibin."