Ciwanek li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate kuştin

Bi îdîaya ku guh nedaye hişyariya "bisekine", polîsên Tirk ciwanê 17 salî Cîhan Seyhan li Stenbolê kuştin.

Li taxa Mûstafa Kemal a navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê, polîsan xwestin li kolana 3007'an wesayitekê bisekinîne. Hate îdîakirin ku wesayit li ser hişyariya 'bisekine' nesekiniye û polîsan gule lê reşandine. Ji ber êrîşa polîsan Seyhan ê 17 salî mir.

A.S. ê di heman wesayitê de bû hate destgîrkirin. G.S. ê ku wesayit diajot, bi peyatî ji cihê bûyerê reviya.

Di navbera hevalên Cîhan Seyhan ê hatin nexweşxaneyê û polîsên Tirk de rageşî derket. Ji bo otopsiyê cenazeyê Seyhan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê.