Ciwan Kurd ên bi parlamenterên SPD re axivîn dawî li çalakiya xwe anîn

Ciwan Kurd ên bi parlamenterên SPD re axivîn dawî li çalakiya xwe anîn

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê  (YXK) Ciwanên Azad a rêxistina sîwan a ciwanên Kurdistanê ku li avahiya navendî ya SPD’ê ya li Franfurt dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kiribûn piştî bi Parlamenter Turgut Yuksel re axivîn dawî li çalakiya xwe anîn.

17 endamên YXK û Ciwanên Azad  bi armanca şirikê hikûmetê SPD ji bo Kobanê bilez bikeve nav tevgerê li avahiya navenda SPD vê sibehê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Çalakvanan, xwestin bi parlamenteran re hevdîtinê pêk bînin û daxwaza xwe ji wan re ragihînin. Ber bi saetên êvarî ve li Parlamentoya Eyaleta Hesen heyeta ji 4 kesan a ji Parlamentera SPD Turgut Yuksel, du şêwirmend û rêveberekî SPD pêk tên bi çalakvanan re rûniştin.

Li ser navê YXK û Ciwanên Azad Huseyîn Erdal der barê hevdîtinê de daxuyanî da. Erdal diyar kir ku saetek û nîvekê hevdîtin pêk anîn. Erdal anî ziman ku der barê geşedanên Kobanê de bi berfirehî axivîne û wekîl Yuksel diyar kiriye ku têkildarî mijarê wê sibe daxuyaniyeke çapemeniyê li dar bixe.

Erdal her wiha da zanîn ku Yuksel soza ziyaretkirina greva birçîbûnê jî daye. Çalakî piştî vê hevdîtinê bi dawî bû.