Civîna Meclîsê ya ji bo peymana dijî-Kurd hat betalkirin
Civîna Meclîsê ya ji bo peymana dijî-Kurd hat betalkirin
Civîna Meclîsê ya ji bo peymana dijî-Kurd hat betalkirin
Civîna ku dê îro ji bo peymana dijî-Kurd a ku di bin navê ewlehiyê de di navbera Tirkiye û Franseyê de, li Meclîsa Neteweyî ya Franseyê pêk bihata, di encama kampanyayê de hate betalkirin. Ev yek jî bû yekemîn serkeftina Kurdan a herî mezin a li Franseyê.
Cotmeha 2007, di serdena serokkomarê wê demê Nicolas Sarkozy de di navbera Tirkiye û Franseyê de peymanek ewlekariyê li dijî Kurdan hate morkirin û diviyabû ku ev peymana hevkariya ewlehiyê bihata rojeva Komîsyona Peywendiyên Derve ya Meclîsa Frensî.
Hate zanîn ku ev peymana ku weke peymana li dijî Kurdan tê binavkirin hate betalkirin. Ji Partiya Komunîst a Franseyê (PCF) Berpirsê Tûra Neteweyî ya Piştgiriya bi Kurdistanê re Sylvie Jan got: “Me vê peymanê weke projeya li dijî Kurdan bi nav kir. Ji roja ku hate îmzekirin û vir ve me agahî dan û me dest ji gotûbêjan bernedan. Û di dawiyê de hemû endamên Koordînasyona Piştevaniya bi Kurdistanê re enerjiyeke mezin xerc kirin û 5 hezar îmze berhev kirin û ji parlementeran re şandin.”
Li gel kampanyaya ji aliyê Partiya Komunîst ve hatibû destpêkirin, li ser malpera Avaaz.org a Tevgera Hemwelatiyên Navneteweyî jî kampanya ji bo betalkirina peymanê hate destpêkirin û di du rojan de 5 hezar îmze hatin berhevkirin.
Sylvie Jan da zanîn ku ji bo redkirina projeyê parlementerên PCF’ê yên di nava Eniya Çep de xebateke mezin dane meşandin û got: “Mizgîniya herî xweş ew bû ku ev civîn hate betalkirin. Bi vî awayî peyman nayê gotûbêjkirin jî.”
Jan da zanîn ku divê ew di vê mijarê de pir baldar bin û got: “Bijî têkoşîn.” Jan diyar kir ku ew ê bi Eniya Çepgir û Koma Sosyalîst re jî hevdîtin bikin û got ku ev daxwaz jî hatiye qebûlkirin.
Di navbera Parîs û Enqereyê de di 7’ê cotmeha 2011’an de peyman hat îmzekirin. Peymana hevkariya ewlehiyê ji aliyê her du dewletan ve servîsên polîsan bi hev re operasyonan dimeşînin. Herî dawî di 12’ê çile de 17 kurd hatin binçavkirin û ji 7 heb hatin girtin. Yên din jî hatin berdan. Li Fransayê ji 2007’an heta niha 250 kurd hatin binçavkirin. Di 2’ê mijra 2011’an de Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate girtin. Di cotmeha 2012’an de Endamê KNK’ê Adem Uzun hate girtin û hêj di girtîgehê de ye.Herî dawî roja 9’ê çileyê li paytexta Franse Parîsê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.