Civîna li Silêmaniyê bi dawî bû, protesto didomin

Li Silêmaniyê protestoyên civîna bi armanca çareserkirina krîza serokatiya Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin didome. Hat ragihandin ku civîn bi dawî bûye û wê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn. Protestoya li ber otelê didome.

5 partiyên siyasî yên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin ji bo krîza serokatiya herêmê çareser bikin cara 9. hatin gel hev. Gel danê sibehê ku hat ber Otela Şarî Ciwan a civîn lê tê lidarxistin, tevahiya rojê çalakî pêk anî. Hêzên ewlekariyê ku êrîşî gel kirin cih bi cih pevçûn derketin.

Hat diyarkirin ku civîna 5 partiyên siyasî bi dawî bûye û çavlirê ye daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn. Hat ragihandin ku gel derdora salona ku civîn lê hatiye lidarxistin dorpêç kiriye, destûr nade kes derkeve û alozî didome.