Civîna hevserokên bajaran ên HDP'ê qediya

Di civîna hevserokên bajêr ên HDP'ê de tecrîd, grevên birçîbûnê û hilbijartin hatin gotûbêjkirin.

Civîna hevşaredarên bajêr ên HDP'ê ku li avahiya navenda giştî bi tevlêbûna hevserokan pêk hatî qediya. Di civînê de hilbijartinên xwecih, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê hate gotûbêjkirin.

LI KURDISTANÊ SERKEFTIN, LI TIRKIYÊ TÊKBIRINA AKP-MHP'Ê..

Di daxuyaniyê de ya piştî civînê  hate gotin, wan gotûbêj kiriye, ji bo ku vîna siyasî ya gelan di hilbijartinê de bêmasî xuya bike ew dikarin kampanyayeke çawa ya karîger a hilbijartinê bikin û her wiha hate gotin hevserokên partiyê bi rengekî xurt li stratejiya HDP'ê  ya ku li Kurdistanê bi ser bikevin û li aliyê Tirkiyê jî bi tifaqa AKP-MHP'ê bidin windakirin, xwedî derketine.

Di daxuyaniyê de ya piştî civînê hate gotin pêngava HDP'ê ya ku di siyasetê de hevsengan diyar dike û diguherîne li qadên xwecih bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. 


'DIVÊ ÇALAKIYÊN BERFIREHTIR WERIN KIRIN'

Di daxuyaniyê  her wiha hate gotin pir girîng e ku di pêvajoya hilbijartinê de çalakî û bernameyên ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê û xebatên hilbijartinê bi hev re werin rêvebirin û hevahengek di navbeyna xebatan de were avakirin, fikrekî hevpar çêbûye ku dema vekirina bûroyan, li mîtîngan, li civînên gel xwedî li vê nêzîkatiyê derbikevin.

HDP'ê diyar kir biryar hatiye standin ku di rojên pêş de çalakiyên bêhtir karîger û berfireh werin kirin.