Civîna Erdogan û Aqilmendan destpê kir

Civîna Erdogan û Aqilmendan destpê kir

Civîna navbera Şandeya Aqilmendan û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan destpê kir. Tê payîn civîn heta saetên dereng dewam bike.

Şandeya Aqilmendan, bi temambûna dema karê wan re, ji bo raporên amadekiriye pêşkêşî hukûmetê bike bi Serokwezîr Erdogan re di hevdîtinê de ye. Civînê li Ofîsa Xebatê ya Serokwezaretiyê ya li Dolmabahçeyê destpê kir.

Şande wê raporên ji 7 herêman amade kiriye pêşkêşî Erdogan bike. Hat hînbûn ku her rapor 25-30 rûpel in. Hat eşkerekirin ku Şandeya Aqilmendan heta niha bi 60 hezar mirovan re hevdîtin kiriye û zêdeyî 300 civîn lidar xistiye. Şande wê naveroka raporan ragihîne û pêşniyar û rexneyên xwe bîne ziman. 

Ji Şandeya Aqilmendan Serok Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen ji ANF'ê re axivîbû û diyar kiribû ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bikin.