Civîna 2’emîn a Kampanyaya di Îslamê de Aştî, Ked û Edalet hat lidarxistin

Civîna 2’emîn a Kampanyaya di Îslamê de Aştî, Ked û Edalet li Amedê hat lidarxistin.

Civîna duyemîn a Kapanyaya di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet a ku ji aliyê Maseya Îslamê ya girêdayî Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê ve hatî destpêkirin, li Amedê hat lidarxistin. Endamên Komîsyonê, rêvebirên partiyê, gelek oldar û gelek kes tevlî civînê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan li vir axivî û Şêx Saît û Seyît Riza bi bîr anî.

Ceylan qala girêdan û xizmeta Kurdan a ji Îslamê re kir, diyar kir ku dewletên herêmê li ser ol êrîşê Kurdan dikin û got: “Ji ber ku van dewletan ol kiriye, amûrê desthilatdariyê. Kurd wê xwedî li baweriya derbikevin û wê lîstokên dewletan jî pûç bikin.”

Hevberdevka Masaya Îslamê Dîba Keskîn jî têkildarî xebatên Masaya Îslamê agahî dan û qala armanca kampanyayê kir. Keskîn got ku li welat her kes pêwîstî bi Kampanyaya Ked, Aştî û Edaletê dibîne û ev her sê wate, bingehê jiyanek hevpar in. Keskîn diyar kir ku li cihê ku ked, aştî û edalet lê nebe li wir aramî û jiyana mirovî jî ne pêkan e û got ku ev yek di baweriya Îslamê de xwedî cihek girîng e. Keskîn wiha got: “Xwedayê mezin dibêje ku navê min ê din jî edalet e û min edalet li xwe ferz kiriye. Eger ku em jî di jiyana xwe de edaletê ferz nekin, ev tê wateyê ku me ev bawerî û Îslam şaş fam kiriye.”

Komîsyon wê di rojên pêşiya me de, wê li Serhat û piştre li herêmên cuda yên welat, civînên xwe bidomîne.