Cînayeta Mûsa Anter: Dê têkoşîna me ya edaletê bidome

Li hemberî demborîna doza Mûsa Anter civîna çapemeniyê hat lidarxistin û hate gotin ku divê daraz li berpirsyartiya xwe rabe û heqîqetê derxe holê.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û nûnerên Navenda Hafizeyê têkildarî dosyaya nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’yan de hatibû qetilkirin û hindik ma ye ber demborînê bikeve, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, rojnameger Huseyîn Aykol û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO EDALETÊ BIDOME‘

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di daxuyaniyê de anî ziman ku ew demborîna di dozê de nas nakin û heta dawiyê jî dê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Piştre jî Dîcle Anter axivî û got ku di dozê de lêpirsîneke baş nehatiye kirin û got: “Ji destpêka dozê heta niha îfadeyê Abdulkadîr Aygan nehatiye girtin ku li Swêdê dijî. Bi îfadeya Aygan re dê rewşa dozê biguhere. Demborîna di dozên wiha de sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

BIRYARA DMME’YÊ

Yek ji parêzerên Navenda Hafizeyê Esra Kiliç jî diyar kir ku heta salên 2000’î jî ji bo tespîtkirina kujeran lêpirsîneke baş nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Malbata Anter di 22’yê Sibata 2000’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di sala 2007’an de biryar da ku mafê jiyanê yê Anter hem ji hêla maddî ve û hem jî ji hêla usûl ve hatiye binpêkirin. Her wiha tespît kir ku Rapora Sûsûrlûkê ya di sala 1998’an de ku raste rast girêdayî kuştina Anter bû, jî ji hêla rayedaran ve nehate bikaranîn. Bi salan piştî biryara DMME’yê, li ser îtîrafên tettîkkêşê JÎTEM’ê yê berê Abdulkadîr Aygan (Azîz Turan), 17 sal pişî cînayetê dîsa lêpirsîn hate vekirin. Aygan, got ku cînayeta Anter ji hêla kadroyên pêşeng ên JÎTEM’ê ve hatiye plankirin. Piştî vê mijarê jî derheqê îtîrafkarê PKK’ê Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim û Mahmût Yildirim ê bi nasnav ‘Yeşîl’ de biryara girtinê hat dayîn. Kêmek mabû doz ber demborînê bikeve ku Hamît Yildirim di 29’ê Hezîrana 2012’an de hate girtin û doz 10 salan dirêj bû.”

DOZ 21 SAL PIŞTRE VEKIRIN

Di berdewamê de Kiliç daxuyand ku 21 sal piştî qetilkirina Anter, derheqê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirim, Abdulkadîr Aygan û mîralayê teqawid Savaş Gevrekçî de bi sedema “Qetilkirina mirovan a bi zanebûn û tehrîkkirina gel a ji bo serhildanê” doz hatiye vekirin û wiha dom kir: “Demek piştre jî doz di sala 2015’an de veguhestin Enqereyê. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û bi Doza Ayten Ozturk a ji hêla Mahmût Yildirim ve hatiye qetilkirin, kirin yek dosya. Bi saya îtîrafên bersûc Aygan, lêpirsîn hate destpêkirin. Lê belê heta niha jî rayedarên cemaweriyê ev îtîraf di asta teqîbatê de ji bo derxistina heqîqetê bi kar ne anîn. Divê dadgehên dozê tespîtkirina faîlên cînayeta Mûsa Anter weke peywireke esasî bigirin dest. Heke doza Mûsa Anter ber demborînê bikeve, dê sûcdariyên li bersûcan tên kirin jî bikevin.”

Kiliç destnîşan kir ku heke ev doz bikeve ber demborînê, dê kevneşopiya necezakirina hêzên ewlekariyê bidome û ev tişt anî ziman: “Her sûcekî bêceza dimîne, bi xwe re cezayekî din tîne. Heta ku dewlet bi binpêkirinên giran ên di salên 90’î de hevrû nebe û faîlên komkujî û cînayetan nedarizîne, dê ev faîlên diyar weke faîlên nediyar bimînin. Ji bo ku aqûbeta cînayeta Mûsa Anter jî heman aqûbet nebe, divê rayedarên darazê lêpirsîneke bibandor bimeşînin û berpirsyartiya xwe ya derxistina heqîqetê pêk bînin.”

‘EM Ê LI DIJÎ ZEXTAN BITÊKOŞÎN‘

Herî dawî jî rojnameger Huseyîn Aykol axivî û wiha got: “Mûsa Anter di çapemeniya azad de kesayetekî sembol e. Weke rojnamegeran em ê vê dozê bişopînin. Demek berê li Amedê 16 rojnameger hatin girtin. Zextên li ser çapemeniya azad ji dema Anter heta niha her tim berdewam kirin. Em jî dê li dijî van zextan têbikoşin.”

Daxuyanî, bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî û parêzeran bi dawî bû.